Li Çewligê 7 kes hatin girtin 2022-12-16 19:20:07   ÇEWLIG – Ji 16 kesên ku 3 roj berê li Çewligê hatibûn binçavkirin, 7 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çewligê de ya der barê 21 kesî de, 3 roj berê leşkeran avêt ser gundên Mistan, Dêre û hin gundên din ên girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê û gundê Miyanê yê girêdayî navenda Çewligê. Di avêtina ser gundan de 16 kes hatin binçavkirin. Piştî 3 rojên di binçavan de welatî ji Fermandariya Cendirmeyan a Çewligê sewqî edliyeyê hatin kirin. Welatiyan li dozgeriyê di çarçoveya îdiaya "alîkariya rêxistinê" de  îfade da. Dozger ji 16 kesan 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û 9 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî berda.   Navê kesên hatin girtin ev in: “Nedîm Kaya, Ali Seçer, Veysel Ûzan, Firat Dener, Mûsa Nazlica, Recep Nazlica û Hişar Nazlica”   Kesên bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan jî ev in: “Hasan Nazlican, Hakîm Ak, Bûrhan Ozateş Abdûllah Ozateş, M.Riza Seçen, Sedat Sîner, Halît Sonmez, Saîm Tûfan û Ozcan Kiliç”