Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin 2022-12-17 09:04:16 ŞIRNEX - Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk diyar kir ku malbat 6 sal in li benda cenazeyên zarokên xwe ne û got: "Eger em cenazeyên zarokên xwe bibînn qet nebe wê bêhna me piçek fireh bibe. Dayik li benda agahiyekî ne."    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li navçeyê li gel ragihandina qedexeyan 288 kes hatin qetilkirin. Ji van 177 kes di jêrzemînan de bi saxî hatin qetilkirin. Ji van cenazeyan 14 cenaze yên Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Derviş, Servet Aslan, Idrîs Susin, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mustafa Keçanlu, Emrah Aşkin, Sakine Durmiş bûn û winda ne. Di ser qedexeyan re 7 sal derbas bûn, lê ji van 14 kesan tenê hestîyek jî nehat dîtin. Hemû hewldan û serlêdanên malbatan bê bersiv man. Li malên ku şîn lê heye, lêgerîn û bendewariya cenaze didome. Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Serhat Kuçuk derbarê 14 cenazeyên winda de û cenazeyên endamên HPG'ê yên di şer û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane piştî bi rojan li nexweşxaneyê tên sekinandin, li goristanên bêkesan tên definkirin de axivî.    'RAPORA 8 CENAZEYÊN WINDA DI DESTÊ ME DE NE'   Hevserokê MEBYA-DER'ê Serhat Kuçuk diyar kir ku malbatên ku cenazeyên wan winda ne 6 sal in li benda cenazeyên zarokên xwe ne û wiha axivî: "Ev 6 sal in ku malbatên me cenazeyên zarokên xwe nedîtine, heta ku hestiyeke wan jî neditine. Malbatên ku dixwazin ku êvareke îne biçin li ser gora zarokên xwe duayekî bikin nikarin biçin. Weke saziyê MEBYA-DER'ê em her carê diçin serdana malbatên xwe û em dibin hevxemê êşa wan. Hin malbatên diyar hene. Hin jî DNA'ya wan derdikeve jî lê dewlet bi zanebûn nahêlin ku ev dayikên me hestiyeke zarokên xwe jî bibînin. Eger cenazeyên zarokên xwe bibînin qet nebe wê bêhna wan piçek fireh bibe. 2-3 meh beriya niha ji aliyê qeyûm ve mîhrîcanek li Cizîrê hat li dar xistin. Ew cihê ku mîhrîcan hatiye lidarxistin jî, gelek kesan li wir bi çavê xwe hestiyên mirovan ditîbûn. Li dijî dar xistina vê mîhrîcanê me weke rêxistin û sazî bertekên xwe nîşan dan û me got em qebûl nakin. Lê dîsa jî dewletê got, 'em ê li wir bikin'. Me digot, 'eger mîhrîcan be ciheke din bikin em jî piştgiriyê bidin' lê qebûl nekirin û di wir de israr kirin. Hem dayikên me û hem jî Cizîr hemû ji vê yekê gelek êşiya. Dibe ku DNA'yên van malbatan li hev dikin jî lê dewlet diavêje. Niha raporên 8 kesên ku cenazeyên wan winda ne di destê me de ne. Lê dibêjin ku 14 cenaze xuya nakin. Lê dibe ku malbatan şexsî serlêdan kiribin. Ji ber ku di nav cenazeyên winda de hin ên Cizîrê bixwe hene û hin jî yê derve hebûn."   'DAYIK LI BENDA AGAHIYEKÎ NE'   Kuçuk bi lêv kir ku li ser cenazeyan îşkenceyeke giran heye û wiha domand: "Dewlet bi xwe ji malbatên kesên di qedexeyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane û yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane agahdar dike û dibêje, 'Me keç an jî kurê we bêbandor kir, werin cenazeyê xwe bigirin' lê dema ku malbat tên nexweşxaneyê jî bi seatan tên sekinandin. Kesên ku di pêvçûnan de tên kuştin jî li ser cenazeyê wan îşkence tê kirin, rûyê wan tê şewitandin. Malbat zarokên xwe nas nakin. Cenazeyan dixin rewşeke wisa ku nayên naskirin. Bifikirin ku dayik kurê xwe yan jî keça xwe nas nake. Mirov nikare navekî bide van pêkanînan. Miroveke mirî jî be divê ku laşê wan perçe perçe bikin. Malbatên ku cenazeyên xwe nas nakin li benda cenaze dimînin. Piştre dayik li benda cenazeyan dimînin. Dayik li benda agahiyekî dimînin."   BANGA SERLÊDANÊ    Kuçuk ji malbatan daxwaz kir ku dev ji wergirtina cenazeyan bernedin û got: "Her cara ku têlefon lê dixe, dayik dihizirin ka ji bo cenazeyê zarokê min e. Hin malbat sê salan jî li benda cenazeyên zarokên xwe dimînin. Weke ku her roj li mala wan şîn heye li benda cenazeyan dimînin. Em dixwazin ku ev rewş bikeve rojeva parlementoyê jî. Ew bi xwe gazî malbatên dikin û dibêjin werin cenazeyê xwe bigirin, lê ev malbat 2-3 sal in li benda cenazeyan dimînin. Ez bang li malbatan dikim ku ew ê ku DNA'yên wan dernakevin bila careke din serlêdan bikin. Testên DNA yên ku ji hêla malbatan ve têne dayîn jî dibe ku werin avêtin. Ji ber vê yekê divê malbat careke din testa DNA’yê bikin. Malbatek me hebû, 3 caran testa DNA’yê kir. DNA li hev nedihat. Lê dev jê berneda, cara 4’emîn serî lê da û cenazeye xwe wergirtin.”