Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn 2022-12-17 09:41:28   OSMANIYE - Li navçeya Kadîrliyê, polîsan bi îdiaya ku li noxteya kontrolê ya polîsan nesikiniye gule berdan wesayîtekê, di encama vê yekê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Hate diyarkirin ku wesayîta bi pîleqeya 31 KNG 11 ku 4 kes tê de bûn li noxteya kontrolê ya polîsan a li Taxa Mûstafa Yagiz a navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê nesekiniye. Li ser vê yekê polîsên ku ketin pey wesayîtê gule berdanê û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.    3 kesên birîndar bûn, li nexweşxaneya ku rakirinê tên dermankirin. Hate îdiakirin ku di nava wesayîtê de tiryak hatiye dîtin.