Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome 2022-12-17 10:27:07   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got: "Li cihê ku kesê sûcê mirovahiyê bike mexdûr bê nîşandan li wir edalet tune ye."    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên malbata wan ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, di roja 649'emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedê kiribû. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: "Li cihê ku kesê sûcê mirovahiyê bike mexdûr bê nîşandan li wir edalet tune ye. Helbet vê edaleta em lê digerin wê rojek kêrî we jî were. Em ê tu carî neheqiyê nekin."