Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn 2022-12-17 13:03:10 AMED/ÊLIH -  Malbatên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin kujerên Atilla Korkmaz ê ku di sala 1996’an de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û di 2’e çileya 1997’an de li Semsûrê bi Mahmûd Onerari re hatibû qetilkirin pirsîn. Li Li Êlihê jî li kujerên Taybet Înan (Dayika Taybet) hat pirsîn.    Malbatên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 723’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li kujerên Atilla Korkmaz ê ku di sala 1996’an de li Amedê hatibû windakirin pirsîn.    GULE LI BEDENA WAN HATINE REŞANDIN    Çîroka Atilla Korkmaz ji aliyê Endemê Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Akdeniz diyar kir ku di 9’ê kanûna 1996’an de bi daxwaza îfadeyê 3 polîsên sivîl li navçeya Rezana Amedê, Korkmaz kirine binçavan û hatiye windakirin. Akdenîz bi lêv kir ku piştî Korkmaz tê binçavkirin malbata wî serî li saziyên dewletê didin lê tu encam nastînin û axaftina xwe wiha domand: “Hevjina Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide, bavê Atîlla Korkmaz jî serî li Miduriyeta Polîsan dide lê tevî hemû serlêdanan jî nikarin tu encameke bi dest bixin. Di 2’ê çileya 1997’an de Midûriyeta Polîsan a Amedê li malbata Atîlla Korkmaz digerin û dibêjin 2 cenaze li goristana bêkesan a Semsûrê hatine vêşartin. Malbat diçe Semsûrê û apê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz cenazeyê biraziyê xwe teşhîş dike. Yê ku bi Atîlla Korkmaz re hatibû qetilkirin jî Mahmûd Onerari yê ku li navçeya Lîcê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û ku tu agahî jê nehatibû stendin. Hat zanîn ku Atîlla Korkmaz û Mahmûd Onerari piştî ku hatine binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatine gulebarankirin û qetilkirin.”    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştine hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû. ÊLIH Malbatên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê di hefteya 559’emîn de çalakiya xwe li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Kolana Gulistanê li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta kujerên Dayika Taybet a di qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de li Silopiya hat qetilkirin, pirsîn. Rêveberê Navenda ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner çîroka qetilkirina dayika Taybet xwend. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. ÎZMÎR Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku ji du hefteyan carek li dar dixe pêk anî. Çalakî li ber Sumerbanka berê ya li Konakê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser qetilkirina Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ên di 12’ê kanûna 1991’an de li navçeya Hezexa Îzmîrê hatin windakirin û xwestin kujerên van her du windayan bên dîtin.