Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin 2022-12-17 15:45:31   ENQERE - Girtiyê nexweş Kaya Şenel ê li Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê dihate ragirtin, çend roj beriya roja ku emeliyat bibe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê hate kirin.    Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 432’yemîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û banga berdanê hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Yozgatê ku nû hatiye vekirin, tên ragirtin. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan axivî.    AYZÎT 30 SAL IN GIRTÎ YE   Seylan, da zanîn ku girtiyên rewşa wan giran ji derfetên tenduristiyê mehrûm tên hiştin, li cihên dûrî malbatên wan tên girtin û ewilî bal kişand ser rewşa Feyzî Ayzît ê 56 salî. Seylan, anî ziman ku Ayzît 30 sal in girtiye, cezayê lê hatiye birîn ketiye bin salekê û ev tişt gotin: “Ji ber Ayzît bi salan e di girtîgehê de ye hin pirsgirêkên tenduristiyê dijî, nexweşiyên wî yên mêlak û zerikê (Hepatît B) hene. Raporên têkildarî nexweşiyên wî hene.”   GELEK NEXWEŞIYÊN ACAR HENE   Seylan, rewşa Selîm Acar ê 47 salî ku 27 sal in di girtîgehê de ye vegot û bal kişand ser nexweşiyên wî yên zêde. Seylan, bal kişand ser rewşên Mehmet Nûrî Tiryakî yê 60 salî û 28 sal in di girtîgehê de ye û Hakan Abî û da zanîn ku nexweşiyên Tiryakî û Abî abî hene.    DIVÊ WERE BERDAN   Seylan herî dawî rewşa Kaya Şenel ragihand û da zanîn ku Şenel di 16’ê gulanê ku da emeliyat bibe ji Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê hatiye kirin û tedawiya wî di niviyê de maye. Seylan, bi lêv kir ku divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyeke baş bên dermankirin û diyar kir ku girtiyên nexweş yên nikarin di girtîgehê de bimînin jî divê bên berdan.