ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-18 09:00:28   * Girtî Azîz Alsûn ku di Girtîgeha Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de ye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û bang li raya giştî kir.    * Li Mêrsînê 9 jê girtî der barê 27 kesan de bi hinceta qeydên HTS'ê, îfadeyên şahidên nepen û nûçeyên di ajansan de hatine belavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.    * Girtiyên di Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê ya Tîpa L'yê de, ragihandin ku di dema hevdîtina bi rêya telefonê de li hundirê devê wan tê gerîn û rastî avêtina li ser qawîşan tên û gotin ku radyo û destxetên wan tên desteserkirin.    *Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 650’an de bidome.    * Komîsyona Amadekar a Konferansa li Dijî Şer Jiyan dê bi tevlibûna 70 saziyan li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şêşliyê konferansa “Li Dijî Şer Jiyan” li dar bixe. (10.00-17.00)   * Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê 3’yemîn Konferansa Asayî ya Herêma Çukurovayê bi dirûşma “Bi ciwanên eêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve” li avahiya Rêxistina HDP’a Mêrsînê li dar bixe. (12.30-19.00)   * Xizmên girtiyan dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin, di hefteya 39’an de bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, dawî li tecrîdê bînin” li Kadikoyê meşeke girseyî li dar bixin û çalakiya xwe bi dawî bikin. (15.00) ZINDΠ   * Bi pêşengtiya HDK, TJA, DBP, HDP,  BMG û EGE-TUHAYDER’ê dê li dijî şer û tecrîdê ji pêşiya Semerbank a berê ya li Konak a Îzmîrê ber bi Quleya Saetê ve meş were lidarxistin. (16.00)