Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan! 2022-12-18 09:02:04   MÊRSÎN - Li Mêrsînê 9 jê girtî der barê 27 kesan de bi hinceta qeydên HTS'ê, îfadeyên şahidên nepen û nûçeyên di ajansan de hatine belavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, di 11'ê Hezîrana 2022'yan de li 5 bajaran di avaêtina ser malan de bi hinceta "Înîsyatîfa Zarokên Agir" û "Yekîneya Ciwanên Têkoşer" in 27 kes hatibûn binçavkirin. Ji 26 kesên ku di 26'ê hezîranê de sewqî 4'emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrsînê hatibûn kirin, Abdûlgaffar Kaplanci, Bedrî Kûtlû, Dogan Îgdeş, Emrûllah Acar, Medyen Kûtlû, Recep Kiliç, Ûmût Bîşkîn,  Veysî Yalçin û Yakûp Ozdemîr  bi "îdiaya "bêdestûr peydakirina maddeyên talûke", "zirara li malên cemaweriyê", "birîndarkirina bi qesdî" û "peydakirina çekên bêruxset" hatibûn girtin û 18 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.    DER BARÊ 27 KESAN DE ÎDIANAME   Dozgeriyê ku lêpirsîna xwe temam kir, der barê Abdulğaffar Kaplancı, Abdûlgaffar Kaplanci, Bedrî Kûtlû, Dogan Îgdeş, Emrûllah Acar, Medyen Kûtlû, Recep Kiliç, Ûmût Bîşkîn, Veysî Yalçin, Yakûp Ozdemîr, Abdûllah Yavûz, Ahmet Tîmûr, Alî Benzer, Celal Ergun, Celalettîn Askay, Cûmalî Bîşkîn, Emrûllah Avag, Enes Îgdeş, Fazil Sarica, Ferît Fîdan, Mecît Askay, Mîthat Ergun, Mûrat Ertem, Ozgur Bîtkîn, Sadik Bîtkîn, Selamî Aydemîr, Ûlsaş Bîşkîn û Ûmût Kûtlû de bi îdiaya "bêdestûr peydakirina maddeyên talûke", "zirara li malên cemaweriyê", "birîndarkirina bi qesdî" û "peydakirina çekên bêruxset" îdianame amade kir. Îdianame ji 106 rûpelan pêk tê.    Îdianame ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat qebûlkirin û danişîna ewil a dozê dê di 28'ê sibata 2023'yan de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de dozgeriyê şewata daristanan ên li bajêr û bajarên din û gelek êrişên din xistine stuyê kesên navborî. Dozger ku kesên navborî wekî endamên "Înîsyatîfa Zarokên Agir" û "Yekîneya Ciwanên Têkoşer" day der, derpêş kiriye ku hemû bûyerên li bajêr ji aliyê van kesan ve hatiye kirin. Dozgeriyê vê îdiaya xwe spartiye qeydên HTS'ê, îfadeyên şahidên nepen û eşkere û nûçeyên di Ajansa Nûçeyan a Firatê de û xwestiye her 27 kes bên cezakirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen