Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe 2022-12-18 09:46:52   STENBOL – Rewşan Doner ku ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe Abdulhamît Doner ê li Goristana Kilyosê hatiye definkirin ev 5 sal in têdikoşe wiha got: “Divê em destûrê nedin ku cenazeyên wan egîdan di bin kevirên payarêyê de bimînin.”    Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê girêdayî navenda Bedlîsê, di 8-17’ê kanûna 2017’an de hate rûxandin û zêdetirî 300 cenazeyên li goristanê hatin derxistin. Heta demekê dirêj nehat zanîn bê ka cenaze bi ku de hatine birin.  Walîtiya Bedlîsê di 2’yê  çileya 2018’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku cenaze birina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên ku heta demekî li ATK’ê hatin sekinandin, piştre jî li parselên rex payarêya ku ji bo bêkesan a li Goristana Kîlyosê hatin definkirin. Li ser vê yekê malbat ji bo wergirtina cenazeyan ketin nava liv û tevgerê û serlêdan kirin. Di nava pêvajoya 5 salan de hinek cenaze radestî malbatan hatin kirin. Tê gotin ku zêdetirî 20 cenaze hatine radestkirin lê hejmara wan baş nayê zanîn. Herî dawî cenazeyê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan ku di sala 1999’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, di 14’ê kanûnê de radestî malbata wî hat kirin.    Gelek malbat hene ku hêjta ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe têdikoşin. Yek ji van malbatan jî malbata Abdulhamît Doner (Egît Xerzan) e. Xwişka Doner, Rewşan Doner da zanîn ku ev 5 sal in ji bo wergirtina cenazeyê birayê xwe têdikoşin lê hêj jî encamek bi dest nexistine. Doner, qala pêvajoya têkoşîna xwe kir.    DI SALA 1995’AN DE JIYANA XWE JI DEST DA   Rewşan Doner, da zanîn ku kekê wê Abdulhamît Doner di sala 1993’yan de tev li refên PKK’ê bû û di sala 1995’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Doner, bi domdarî wiha got: “Me heta sala 2014’an jî nekarî cenazeyê birayê min bigirin. Piştî ku di sala 2013-2015’an di ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir, cenazeyên gerîlayan li Goristana Xerzanê hatin definkirin. Di 10’ê îlona 2014’an de birayê min jî di nav de cenazeyên 40 gerîlayan li Goristana Xerzanê ji hêla gelê me yê welatparêz ve hatin definkirin.”    5 SAL IN TÊDIKOŞIN    Bi domdarî Doner ev tişt anî ziman: “Di sala 2017’an de li ser televîzyonê em hîn bûn ku Geliyê Şêx Cûma hatiye qedexekirin. Em ji gundiyên herêmê hîn bûn ku Goristana Xerzanê hatiye rûxandin. Gundiyekî got; ‘goristan rûxandin û gor hilweşandine lê em nizanin bê ka cenaze bi ku de birine.’ Piştre ji me re gotin ku cenaze birine Stenbolê û piştî testa DNA’yê dê yek bi yek radest bikin. Dema me ev agahî bihîstî, me yekser serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û dadgehê da. Me xwest cenazeyên xwe wergirin lê ev 5 sal in li bendê ne.”    APÊ WÊ LI MIZGEFTÊ HATE QETILKIRIN   Di berdewamê de Doner got ku kekê wê di zarokatiya xwe de her tim li dijî neheqiyê disekinî û wiha domand: “Hesta wî ya edaletê pir xurt bû. Di wî emrê xwe de jî dema neheqiyek didît, bi dilwêrekî li dij derdiket. Malbata me malbateke polîtîk bû ku ev jî bi saya têkoşîna mamê min a di dema darbeya leşkerî ya sala 1980’an û pêvajoya piştî wê bû. Ji ber sekna mamê min, leşkeran wan salan her tim bi ser mala me de digirtin. Leşkeran şênî li nava gund kom dikirin û îşkence lê dikir. Di îlona sala 1990’an di saetên nimêja xutbeyê de leşkeran mamê min li mizgeftê qetil kir. Ez û kekê xwe Abdulhamît di rewşeke wiha de mezin bûn.”    ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN   Doner, diyar kir ku kekê wê hêj di zarokatiya xwe de zextên li ser nasnameya kurdî dipirsiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj di wî emrê xwe yê biçûk de pirsên weke ‘Gelo me em jî gelekî di nava vê dewletê de dijîn nînin? Çima ewqas îşkence li me tê kirin?’ dikir. Di 12 saliya xwe de dema xwendekar bû, leşkeran ew binçav kirin û îşkenceyên giran lê kirin. Di çavê wan de em dijmin bûn lewma tehemûla zarok û kalên me jî nedikirin. Kekê min hefteyekê binçavkirî ma. Dema hatî berdan jî got; ‘li vî welatî derfeta me ya jiyanê nema ye, dema em dibistanê dixwînin û li mala xwe rûdinin jî tên girtin, tên kuştin.’ Di sala 1993’yan di 12 saliya xwe de tev li PKK’ê bû. 2 sal piştre jî me agahiya wî ya mirinê bo me hat.”   'TEHEMÛLA DEWLETÊ YA BO KURDAN NÎNE’    Di berdewamê de Doner destnîşan kir ku zextên dewletê yên li ser kurdan ji berê ve qet neguherîne û wiha axivî: “Kurd, ermen an jî kî dibe bila bibe, dema mirovekî jiyana xwe ji dest da divê rêz û hurmet ji cenazeyê wî re bê girtin. Lê ji ber ku tehemûla vê dewletê bo kurdan nîne, heta gorên wan jî dirûxîne. Ev pêvajo, ji bo malbatan pir giran derbas dibe. Di tu ol û baweriyan de rûxandina goran nîne. Gelek malbatan hêjta cenazeyên zarokên xwe wernegirtine. Dema di 14’ê kanûnê de cenazeyê Nîzamettîn Gokalan dayîn malbata wî, ez ji hêlekê ve pir keyfxweş bûm û li hêla din jî xemgîn bûm.”    'DIVÊ EM WAN DI BIN PAYARÊ DE NEHÊLIN’    Doner, axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên ku nizanin cenazeyên zarokên wan li ku ne, bila serî li dadgehan bidin û di vê mijarê de biisrar bin. Banga min ji bo wan malbatan tevan e; divê em destûrê nedin ku cenazeyên wan egîdan di bin wê payarêyê de bimînin. Werin em xwedî li cenazeyên zarok û xizmên xwe derkevin û wan li xaka canê xwe li ser dayîne veşêrin.”