Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin 2022-12-18 10:17:50 MELETÎ - Birayê siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, Erdal Tuncel li gel ku ev saleke cezayê xwe xelas kiriye jî nayê berdan. Bavê Tuncel, Fahrettîn Tuncel wiha got: “Dixwazin bêhêviyê çêbikin, girtiyan bêçare bikin û hêviya wan bişikînin.”    Birayê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Erdal Tuncel (42) li gel ku cezayê wî yê hefsê yê 13 sal û nîvan xelas bûye jî bi hinceta raporên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayê berdan. Tuncel, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û cezayê wî di 16’ê adarê de xelas bûbû. Lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta rapora “ji hevalên xwe qut nebûye, av û ceyran zêde bikaraniye” nayê berdan. Heta niha înfaza Tuncel 3 caran ji bo 3 mehan hatiye şewitandin û di 14’ê kanûnê de cara 4’emîn rewşa wî ya girtî hat vekolandin û bi heman hincetê înfaza wî hat şewitandin.    41 DAXWAZNAME BÊBERSIV MAN    Bavê Erdal Tuncel, Fahrettîn Tuncel têkildarî şewitandina înfaza kurê xwe axivî û ev tişt anî ziman: “Di 14’ê kanûnê de em bi hêvî û kelecaneke mezin ji ewil çûn serdana keça min Sebahatê ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Di serdanê de keça min got ku gelek binpêkirin hene. Keça min siyasetmedar e lê nikare Meclis TV’yê jî temaşe bike. Ji bo Meclis TV’yê 41 caran daxwazname hatine dayîn lê tu jê nehatine bersivandin. Bi taybet jî binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî zêde ne.”    CARA 4’EMÎN ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Bi domarî Tuncel anî ziman ku piştî serdana bi keça xwe re, bi kelecaneke mezin çûye Girtîgeha Boluyê û wiha qala wan kêliyan kir: “Ez bi kelecaneke pir mezin çûm pêşiya girtîgehê da ku Erdal bigirim. Cezayê wî xelas bûbû lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê her sê caran jî ji bo 3 mehan înfaza wî şewitandin. Me digot vêcarê teqez dê were berdan. Em demekî dirêj li wir man lê agahiyek nehat. Gotin du kes dê tehliye bibin. Em heta êvarê saet 20:00-21:00’an jî li wir man. Me got belkî rewşa Erdal ji kesên tên berdan bipirsin. Lê gelek saet derbas bûn û kesek nehat berdan. Dema ez çûm girtîgehê hîn bûm ku bi heman sedemên berê înfaza wî hatiye şewitandin. Rojek piştre bi kurê xwe re min hevdîtin kir. Me ferq kir ku haya wî jî ji geşedanan tune bû. Bi kelecanake mezin li benda berdanê bû. Dê Osman Aslan û Seyfettîn Bahar jî li gel wî bihatina berdan. Lê ew jî nehatin berdan.”    ‘ZEXTA PSÎKOLOJÎK DIKIN’    Bav Tuncel tiştên li girtîgehan dijîn weke “tirsnak” pênase kir û wiha bi dawî kir: “Tiştên ku min li hundir bi çavên xwe dîtîn bi rastî jî gelek tirsnak bûn. Zexta psîkolojîk li ser girtiyan dikin. Dixwazin hêviya wan bişikînin. Sedema întîharên dawî jî ev e. Bi afirandina bêhêvitiyê re dixwazin girtiyan bêçar bikin. Wan neçarî bêdisipliniyê dikin. Li gorî min tu mirinên çêdibin jirêzê nînin. Heke ji bo astengkirina girtiyan sedemek hebûya dê girtiyan ev rewş qebûl bikira lê sedemek nîne. Bi vê yekê dixwazin mirûzê wan nexweş bikin û bêhêvî bikin. Tiştekî wiha nabe. Girtîgeh mîna kampên Hîtler in. Divê pêşî li ber vê were girtin. Girtîgeh veguherîne cihên îşkenceyê. Qanûna înfazê bi taybet jî ji bo kurdan hatiye derxistin. Tenê li dijî girtiyên siyasî di meriyetê de ye. Ev yek cihêkarî ye. Hewcehî gelên me ne bi cihêkariyê lê bi pêkvejiyanê heye. Divê dev ji van sepanan berdin.”    MA / Omer Akin