Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe 2022-12-18 15:07:47 STENBOL - Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin ve hate destpêkirin, di hefteya xwe ya 39’emîn de bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin re azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” bi meşeke girseyî ya li Kolanên Kadikoyê bi dawî bû.   Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, ev saleke çalakiya Nobeta Edaletê dikin. Malbatan, çalakiya xwe bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê bi dawî kirin. Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hate lidarxistin.    BI SEDAN KES HATIN GELHEV   Fînce Akman ku kurê wê Yakûp Akman li Girtîgeha Hejmara 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî ku birayê wê Selîm Çîftçî li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Kumrî Akgul ku birayê wê Erdal Ozel li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Cemîle Karakaş ku kurê wê Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, ji xizmên girtiyan Gulsum Ozturk û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan ku keçeka wê girtî ye, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, siyasetmedar û gelek kes tev li çalakiyê bûn.   ROJNAMEVAN HATIN ŞOPANDIN    Beriya meşê gelek kolanên Kadikoyê, bi taybetî rawestgeha metrobûsa Sogutluçeşme, Kolana Rihtim û Îskeleya Emînonu ji aliyê bi hezaran polîs û wesayîtên binçavkirinê ve hatin dorpêçkirin. Her wiha têketinên gelek kolanan jî hatin girtin. Rojnamevanên ku beriya meşê li benda şopandina nûçeyan bûn, ji bo demekê ji aliyê polîsan ve hatin şopandin.   BÊYÎ HIŞYAR BIKIN BINÇAVKIRIN   Komeke kesên ku li ber rawestgeha metrobusê ya Sogutluçeşmeyê kom bûn bêyî ku bên hişyarkirin hatin binçavkirin. Hejmara binçavkiriyan nehat zanîn, hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyetên Polîsan ên Navçeya Tûzla û Kartalê.   JI RÊBERÊ PKK’Ê RE SILAV   Bi sedan kesên bal kişandin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin Cadeya Kurbagalidereyê. Girseya ku gelek caran silav ji Rêberê PKK'ê re şandin, bi lêdana çepikan xwestin tecrîd, şewitandina înfazan û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bi sedan kesên ku demeke dirêj bi çepik û tililiyan tecrîd şermezar kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bila tecrîd bi dawî bibe”, “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Kûmrî Akgul a çalakvana nobeta edaletê ku li vir daxwazên xwe qîr kir wiha got: “Her roj cenazeyên me ji girtîgehan derdikevin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin. Ji bo zarokên me nemirin û tabûtên wan dernekevin em li her derê edaletê dixwazin.”   DAYIK HATIN DERBKIRIN   Pişt re polîsan êrİşî girseyê kirin û xwestin bi îşkenceyê wan binçav bikin. Bi sedan kesên ku li dijî îşkenceya polîsan bi dirûşme, çepik û tilîliyan li ber xwe dan, hev hembêz kirin û zincîr çêkirin. Di vê navberê de polîsên ku êrişî dayikan kirin, laçikên wan ên spî kişandin û bi pêhnan îşkence li wan kirin. Polîsan hewl dan lingê çalakvana nobetê û yek ji malbata girityan Zeynep Calihan bişkînin. Her wiha polîsan piştî ku bi deqeyan li erdê kaş kirin gelek kes bi kelepçeyên bi paş ve binçav kirin.   POLÎSAN ŞİMAQEK LI HEVSEROK ENCU DAN   Polîsan şimaqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu dan û xeberên zayendî ji parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û rojnamevanan re gotin. Kameramanê Arti Tv’yê Mehmet Zekî Kaya yê ku dema polîsan şimaqek li Encu dan kişand hate binçavkirin, polîsan li erdê pêhn li nûçegihan Ûmût Taştan dan.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN   Girseya tevî êrişên polîsan jî ji dorpêçê derdiketin bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe domandin. Girseyê careke din li dijî îşkence, binçavkirin û tundiyê ji dorpêçê derketin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan kul mli serê dayikên ku dorpêç kirin dan û îşkence li wan kirin. Dû re rojnamevan hatin derbkirin, gef li wan hate xwarin û kişandina wan a dîmenan hate astengkirin. Temamê girseya ku dayik jî di nav de bûn û hatin dorpêçkirin hatin binçavkirin. Nehat hînbûn ku çend kes hatine binçavkirin û kesên binçavkirin birine ku derê.    BI TILÎLÎ Û DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN   Meşa din jî li ser Cadeya Karakolhaneyê pêk hat. Girseya ku malbatên girtiyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes di nav de bûn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Tecrîdê rakin, mirinan rawestînin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” tecrîd şermezarkirin. Welatiyên li derdorê jî bi nîşaneya serkeftinê û bi çepikan piştgiriya dayik û girseya bi çepik û tilîliyan meşiyan kirin.    Çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû. Rojnamevan jî ji aliyê polîsên sivîl ve saet û nîvan hatin şopandin.    KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Di meşê de gelek kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Ferhat Encu, Serhat Sekunder, Husamettin Sekunder, Burhan Gokgoz, Gulcihan Şengul, Aynur Taş, Cezmî Dînçer, Huseyîn Avras, Mehmet Nefeyaz, Erkan Gokçe, Umît Gokçe, Nejmettîn Yuknel, Mehmet Sena Arkadaş, Îsmaîl Sever, Sedat Kûrtûlûş, Alî Edebalî, Sebat Karûl, Dîlek Demîr, Çîçek Ariç, Mavîcan Kara, Emîne Arslan, Mehmet Onal, Îbrahîm Ûzûn, Erkal Balçik, Yûsûf Bozkûrt, Mehmet Çelîk, Kemal Yilmaz  Rohat Guvercîn, Ramazan Ozdemîr, Sûltan Gurbey, Beyhan Artar Bey.”