Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e 2022-12-18 16:21:01 STENBOL - Riza Turmen di konferansa DÎB’yê ya “Li dijî şer jiyan” de axivî û wiha got: “Heta ku civak ji hev bê dabeşkirin, mimkin nîne ku aştî çêbibe. Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e. Em daxwaza mafê aştiyê ji dewletê dikin û dixwazin ku dev ji vê pêvajoya tundiye berde.”     Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlibûna 70 saziyan, konferansa “Li dijî şer jiyan” li dar xist. Gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistin û saziyên civaka sivîl jî tev li konferansê bûn. Di konferansê de sînevîzyoneke ku pêvajoya piştî şer vedigot hat pêşandan.    ŞERTÊ EWIL AŞTÎ YE    Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê, dîplomat û Parlamenterê CHP’ê yê berê Riza Turmen axaftina ewil a konferansê kir. Turmen, da zanîn ku Tirkiye di nava pêvajoyeke tundiyê de ye û wiha got: “Gotina Erdogan a ‘te dît em di şevekê de hatin’ vê tundiyê bêhtir sor dike. Çi karê leşkerê tirk li Sûriye û Iraqê heye? Ji bo ku aştî pêk were, divê tundî di nava jiyana rojane de xelas bibe. Aştî, erêkirina mafê jiyanê ye. Aştî ji ber xwe ve nayê, ji bo wê divê hewldan hebin. Heta ku civak di nava xwe de were dabeşkirin dê aştî pêk neyê. Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e. Em daxwaza aştiyê ji dewletê dikin û dixwazin ku vê pêvajoya tundiyê bi dawî bike.”    RÊYA XWEGIHANDINA AŞTIYÊ    Bi domdarî Turmen got ku dewlet nîviya gelê xwe weke dijmin dibîne û wiha pê de çû: “Gefa herî mezin a li ser aştiyê jî polîtîkayên ewlekariyê ne. Her ku qadên ewlekariyê fireh dibin, bêhtir ji demokrasiyê dûr dikevin. AKP-MHP polîtîkayên ewlekariyê li dijî kurdan û HDP’ê bi kar tîne. Xwe bi vê xweyî dikin. Tevahiya pergala siyasî di nava polîtîkayên ewlekariyê de tê hefskirin. Dema mirov ji bo aştiyê têdikoşe, divê polîtîkayên ewlekariyê bên teşhîrkirin. Divê mirov ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan têbikoşe. Lewma divê mirov vê li tevahiya welêt belav bike û heke tevahiya civakê tev li bibe, wê demê dê bi ser keve.”     'CIVAKÊ MILÎTARÎZE DIKIN’    Piştre jî nivîskar Ayşegul Devecîoglû axivî. Panela “Heke şer hebe demokrasî tune ye” ku Devecîoglû moderatoriya wê dikir hate kirin. Devecîoglû ev tişt anî ziman: “Daxwaza aştiyê îro li Tirkiyeyê weke sûc tê dîtin. Em ê çawa bikarin vê rewşê biguherînin? Heta ku ev rewş neguhere, em nikarin aştiyê pêk bînin. Malbat û civak tên milîtarîzekirin. Mirov li ser vî zimanî dikevin nava tevgerê. Kontrgerîla li ser pirsgirêka kurd xwe li ser pêyan digire. Divê muxalefet nekeve ber bayê polîtîkayên şer. Ji sedî 20’ê budçeya Tirkiyeyê bo ewlekariyê tê veqetandin. Îktîdar, civakê milîtarîze dike.”    'ŞER, TUNDIYEKE BIRÊXISTINKIRÎ YE’   Doç. Dr. Sevîlay Çelenk bal kişand ser pevçûnên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd derdikevin holê û wiha derbirî: “Aştî û demokrasî girîng e. Ji ber ku me danezana aştiye îmze kir, gelek akademîsyen ji zanîngehan hatin avêtin. Yek ji mînakên herî şênber e bê ka gotina aştiyê li vê erdnîgariyê çiqas zor e. Dibe ku carnan mirov ji ber tundiya di hundirê xwe de pozê kesekî bişikîne lê şer tiştekî wisa nîne. Şer, tundiyeke birêxistinkirî ye. Amadekarî jê re divên, stratejî jê re divên.”   NÎQAŞÊN AŞTIYÊ   Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk Yuksel Genç jî bi sernavê “Bêbandorkirina xetên fayê” pêşkeşiyek kir. Genç, da zanîn ku nîqaşên aştiyê yên di pirsgirêka kurd de xwedî rabûrdiyeke kevn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji salên 90’î heta niha agirbestên yekalî her tim di rojevê de bûn. Ji sala 99’an ve jî mijara aştî û çareseriyê ketin dewrê. Di esasê xwe de piştî sala 99’an, ji bo çareseriyê gelek bang û hewldan çêbûn. Di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd de 3 qonaxên şikestinê çêbûn. Yek ji van pêvajoya piştî sala 2015’an e. Di pirsgirêka kurd de aktor her tim diguherin. Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de erk û berpirsyarî dikevin ser milê sazî û civakê. Divê weke pirgirêkeke ‘ewlekarî’ û ‘terorê’ li mijarê nêz nebin. Pirsgirêkeke ku di 3 rojan de dikare were çareserkirin dema gelek aktor ketin nav, di 300 rojan de jî nayê çaerserkirin. Heta niha kîjan pirggirêka NY û NATO ketine nav hatiye çareserkirin? Pêvajoya nû dê ji pêvajoya berê pêşdetir be lê mîna ya berê nameşe. Aktorên serkee zêde neguherîne lê dê aktorên neyekser bandorê lê bike. Divê aktor neyên jibîrkirin. Divê civak bibe kirdeya çareseriyê. Di encama xebatên me yên li qadê de xuya dibe ku gel di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de Abdullah Ocalan weke muxatab dibîne.”    MIJARA PENABERAN    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bi navê “Şer, koçberî û penabertî” pêşkeşî kir. Yolerî, destnîşan kir ku ya girîng ew e ku şert û mercên rê li ber penabertiyê vedikin ji holê bên rakirin û wiha bi dawî kir: “Hemû kes berpirsyartiya xwe ya il hemberî penaberan bicih nayîne. Li gorî welat û herêman cihêkarî li wan tê kirin. Her welatek dixwaze kedxwariyê li penaberan bike. Penabertî, pirsgirêkeke însanî ye û divê bi vî awayî bê nîqaşkirin.”    Konferans, bi panela "Şopên şeran ên li ser jiyana me” dom kir.