Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist 2022-12-18 17:20:30   AMED - Kovara Jineolojiyê, temamê hejmara xwe ya nû ji bo nivîsên rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Herêma Kurdistanê hatibû qetilkirin veqetand.    Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê ku sê mehan carekê tê weşandin û mehên cotmeh, mijdar û kanûnê digire nava xwe derket. Kovarê di bergê xwe de cih da Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê, akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Kovara ku bi serenavê “Rêwitiya Heqîqetê ya bi Nagîhanê re” cih da Akarselê, temamê hejmara xwe ya nû ji bo nivîsên Akarselê veqetand.   Malpera Jineolojiyê ku hejmara nû ya kovarê li ser twîtterê ragihand, wiha got: “Nagihan yek ji afirînera wî deng û peyvê bû ku bi me da hîskirin ku em li gerdûnê û ne bi tenê ne. Em ê têkoşîna wê bi hezkirin û rêzdarîya bêdawî bidomînin.”