Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin 2022-12-18 18:03:42 ÎZMÎR - Welatiyên ku xwestin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û şer bimeşin, tevî hemû êrişan jî li Qada Konakê wiha gotin: “Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin.” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) xwestin li dijî şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bimeşin. 50 KES HATIN BINÇAVKIRIN Polîsên ku beriya çend saetan ketin û derketina qada ku meş lê dest pê bike girtin, destûr nedan ku kes bikeve qadê. Li ser vê yekê girse li ber Kûleya Saetê ya li navçeya Konakê civiya. Piştî ku girseyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir, polîsan êriş kir. Polîsên ku girse dorpêç kirin, bi îşkence û kelemçeya bi paşve gelek kes binçavkirin. Li gorî agahiyên ku çavdêrên ÎHD’ê dan herî kêm 50 kes hatine binçavkirin. Lê tevî êrişa polîsan jî girseyê dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” berzkirin û li bende mayîna xwe domand. KESEK JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ Ciwanên ku bertek nîşanî êrişê û îşkenceya di wesayîtên binçavkirinê de dan, bi pankarta “Em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişikînin” ji îskeleyê ber bi Qada Konakê ve dest bi meşê kirin. Ciwanên ku hatin qadê jî li vir bi îşkence û kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin. Dema êrişan de Hogir Kaya ji ser hişê xwe çû. Kaya pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê. Hate hînbûn ku welatiyên hatine binçavkirin wê bibin Miduriyeta Polîsan a Bajêr a li Çankayayê. Polîsan destûr nedan ku parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Feleknas Ûca li Qada Konakê daxuyaniyê bidin. Hewl hate dayîn rojnamevanên ku dîmenên girseyê dikişandin jî ji qadê bên dûrxistin.