Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist 2022-12-18 21:25:00   AMED - Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk li Amedê bi navê “Polîtikayên bişaftinê û tekoşîna di warê ziman û wêjeyê de” panelek li dar xist.    Meclîsa Xwendekaran a demokratîk bi navê “Polîtikayên bişaftinê û tekoşîna di warê ziman û wêjeyê de” li eywana Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle ya li navçeya Sûra Amedê panelek li darxist.  Di panela ku endamê Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk Vedat Saçan moderatorî kir de Hevserokê Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî li ser polîtikayên bişaftine û qedexeyên li ser zimanê kurdî, rojnameger û nivîskar Roza Metîna jî li ser polîtikayên bişaftine û astengiyên li pêşiya wêjeya kurdî axivî.    ‘HEWCEDARÎ BI PIŞTGIRIYA BERHEMÊN KURDÎ HEYE’   Di destpêkê de Roza Metîna axivî û tekildarî astengiyên pêşiya wêjeya kurdî de bi lêv kir ku hewcedarî bi teşwîqkirina piştgiriya berhemên kurdî heye û wiha got: “Ciwanên ku kurdî nizanibin kurdî hîn bibin û piştgiriya berhemên kurdî bikin wê bandorê li ser civakê jî bikin. An ku dema danûstandin kirin û li wesayîtekê siwarbûn kurdî biaxivin, ew bi xwe jî li dijî polîtikayên bişaftinê gaveke mezin e.”   ‘GELÊ KURD DI TEKOŞÎNA XWE DE BI ISRAR E’   Piştre jî Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî diyar kir ku gelê kurd bi salan e ji bo rûmet û nirxên xwe têdikoşe û heta niha jî gelek destkeftî bi destxistine. Ronî balkişand ser girtina sazî û komeleyên zimanê kurdî û ev tişt gotin: “Girtina sazî û komeleyên kurdî jî nezikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî nîşan dide. Bêguman gelê kurd di têkoşîna xwe ya azadî û destkêftiyên xwe de bi israr e û di demeke nêz de wê mafên xwe bi dest bixe.”   Panel bi stranên dengbêjiyê bi dawî bû.