Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît 2022-12-19 09:04:48 AMED - Dadgeha Îstînafê, 2 sal û 17 roj cezayê hefsê yê bi îdiaya ku rojnamevan Hakki Boltan “heqaret” li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Erdogan kiriye lê hatibû birîn kêm dît û xwest di asta herî jor de ceza lê bê birîn.    Rojnamevan Hakki Boltan ji bo Midurê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de di qedexeya derketina kolanan a Cizîra Şirnexê de di jêrzemînekê de bi şewitandinê hat qetilkirin, daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Li Cizîrê hovitiyeke mezin pêk hat, li ber çavê hemû cîhanê mirovahî hate qetilkirin. Hêzên dewletê bi fermana Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû di bin navê paqijiyê de komkujiyeke qirêj pêk tînin.” Bi îdiaya ku Boltan bi van gotinan “Heqaret li Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûoglû kiriye” doz hatibû vekirin û 12’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê ji ber Boltan “heqaret” li Serokkomar Erdogan kiriye salek û 2 meh û 17 roj û ji ber “heqaret” li Davûtoglû kiriye 10 meh cezayê hefsê li Boltan birîbû.    DAXWAZA ZÊDEKIRINA CEZA   2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê biryara dadgeha herêmî betal kir û xwest ku ceza li ser yek madeyê were birîn û ceza were zêdekirin. Îstînafê di biryarê de cezayê ji ber “heqareta li Serokkomar” hatiye birîn “şaş” dît û diyar kir ku divê ji sînorê jor bê dayîn.    Dadgehê da xuyakirin ku sînorê jêrîn ê cezayên ji ber “heqareta li wezîfedarekî cemaweriyê” hatine birîn 5 meh in, lê belê eger “kiryar ji ber wezîfeya wezîfedarekî cemaweriyê hatiye kirin” ceza nikare ji salekê kêmtir be. Dadgehê biryar da ku divê cezayê ji ber heqaret li Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû hatiye kirin hatiye birîn kêmî salekê nebe û xwest ceza bê zêdekirin.    12’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê di biryara xwe ya bi hincet de cihnedayîna cezayê têkildarî Davûtoglû de hatiye birîn jî din av sedemên betalkirina biryarê de cih girt. Tê payîn ku 12’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê ji bo biryareke nû bide dê di rojên pêş de Boltan ji nû ve darizîne.