Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan 2022-12-19 09:06:47 MEREŞ - Xwişka Cennet Çîmen a  di Komkujiya Mereşê de hate qetilkirin, çavên wê hatine derxistin û cenazeyê wê avêtin çala foseptîk, Ayşe Goksûngûr wiha qala wan rojan kir: “Em êvaran bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan.” Bi ser komkujiya Mereşê ya di 19’ê Kanûna 1978’an de pêk hat û li gorî daneyên fermî gelek jê welatiyên elewî 120 kes hatin qetilkirin re, 44 sal derbas bûn. Di komkujiya ku di 19’ê kanûnê de dest pê kir û hefteyekê berdewam kir de 559 xanî û nêzî 290 kargeh hatin şewitandin. Li Mereşê yek ji 120 kesên ku di bûyerên ku 7 rojan berdewam kir de hate qetilkirin jî Cennet Çîmen bû.    Çîmen, xwişka Elîf Sûgan a weke “Dayika Elîf” tê zanîn û beriya komkujiyê hîs kir ku wê bûyerek çêbibe û li dijî vê civak hişyar kir e. Sûgan a bi kesayeteke zanyar tê zanîn, di nav civaka elewiyan de xwedî cihekî girîng e. Sûgan a di sala 1908’an de li gundê Pûlyan ê navçeya Bazarcix a Mereşê hatiye dine, damezrînere ocaxeke ku bi navê wê tê zanîn e. Di dema komkujiyê de xwişka wê Çîmen, piştî ji aliyê êrişkarên êrişî mala wan kirin ve hate qetilkirin çavên wê hatin derxistin û cenazeyê wê avêtin çaleke foseptîk.    Ayşe Goksûngûr (85) a xwişka Elîf û Cennetê tiştên di komkujiyê de qewimîn vegotin.    PIŞTÎ HATE QETILKIRIN ÇAVÊN WÊ DERXISTIN   Goksûngûr a dema komkujî pêk hat 41 salî bû û li gundê Molê Ûson ê girêdayî navçeya Bazarcixê dijiya, bûyer wiha vegot: “Şevekê agahî hat gotin ‘Mereşê dişewitînin, kî dê bimire kî dê sax bimîne ne diyar e’. Wê demê em ji bobelata mezin agahdar bûn. Wê şeve li gund dawet hebû. Piştî ku agahî hat dawet sekinandin. Li Mereşê gelek mirovên me hebûn. Xwişka min Cennet jî li wir bû. Wê roja ku bûyer qewimî ye zarokên Cennetê ji bo dayika wan were gund hewl dane qaneh bikin lê Cennet li mala xwe ya li Mereşê maye. Di serdegirtinên li Taxa Yorukselîm de bi ser mala Cennetê de jî digirin. Cennet a ku pîr bû û li malê tenê dijî bi çekê qetildikin. Pişt re çavên wê yên kor derdixînin û cenazeyê wê diavêjin çalavekê de. Dema ji malê derdikevin jî hespekê wê yê di govê ve dikujin.”      Goksûngûr, anî ziman ku ji ber elewî bûn êrişî wan hate kirin û hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Xwişka min pîr bû. Dema dihate mala min, min lê dinêrî. Min bi destê wê re digirt û digerand. Ew mirova pîr jî qetilkirin. Xwişka min Elîfê, beriya ku bûyer biqewimin dema li zozanan bû hîs kiriye ku wê bobelatek biqewime û mirov li dijî vê hişyar kirine. Lê ew komkujî pêk hat. Dema bûyer qewimî destûr nedan ku kes biçe Mereşê. Kesên li wir hatin kuştin, yezîdan bi erdê re kaş kirin û birin. Dema dibû êvar em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan.”   ‘ME JI BIŞKOKA WÎ YA ASIN NAS KIR’   Hatîce Goksûngûr (82) a di komkujiya Mereşê de du xizmên wê hatin kuştin jî ev tişt gotin: “Di komkujiyê de pismamekî min û pisxaletekî min hatin kuştin. Mala pisxaletê min şewitandi bûn. Dema em bûn cenazeyî bigirin me nedît. Me xwelî tev li hev kir. Hevjîna wî pisxaletê min ji bişkoka wî ya asin nas kir. Me wê demê fêm kir ku ew li wir şewitandine. Pişt re di nava wê xweliyê de hestiyên wî dîtin.”   Goksûngûr a wan rojan “weke rojên biêş” penase kirin, anî ziman ku hovîtiya bi serê wan anîn hêj jî di hişê wan de zindî ye.    MA / Omer Akin