Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin 2022-12-19 12:21:57   STENBOL - Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku wî polîsê şimaq lê daye berê jî gef li wî xwariye û got: “Êrişê plan kirin e. Em ê hesabê vê şimaqê vê bipirsin.”    Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li navçeya Kadikoya Stenbolê meş li dar xistin. Polîsna êrişî meşê kir. Di kêliya êrişê de polîsek heqaret li Encu kir û şîmaq avêt Hevsrokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encû. Di êrişê de Encu jî di nav de 69 kes hatin binçavkirin û di saetên şeve de hatin berdan.    Tevî dîmen pir zelal û eşkere dide xuyakirin jî ku polîs şimaq li Encu daye, Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û îdia kir ku Encu çêrî polîs kiriye û polîs lewma şimaq avêtiye û polîs parast.    Ferhat Encu ji ajansa me re têkildarî tundiya li wî hatiye kirin axivî. Encu bi bîr xist ku malbatên girtiyan 11 meh in ji bo girtiyan edaletê daxwaz dikin û malbat ango dayikên girtiyan bang dikin ku Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne. Encu got ji roja destpêkê heta niha polîsan her tim êrişî çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan kiriye. Encu da zanîn ku çalakiya malbatan mafek destûra bingehîn e û tiştek qedexe nîne û tevî vê yekê jî polîs êriş dikine. Encu diyar kir ku polîs êrişî hemû çalakî û şahiyên wan dike û got: “Bi van êrişan dixwazin ku HDP gava xwe neavêje û dixwazin vê polîtîkayê bicih bikin.”    ‘ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛ’    Encu da zanîn ku ji bo astengkirina meşa ku duh li dar xistine tu hêcet nehatine nîşandan û beriya protesto û meş dest pê bike polîsan êriş kiriye. Encû anî ziman ku bi dayikan re ketine qadê û dema ku dayikan daxwazên xwe anîn ziman êrişê dest pê kir û wiha got: “Di vê demê de min jî diyar kir ku mudaxile û astengî ne rewa ye. Min xwest ku polîs biryara xwe ya qedexeyê nîşan bidin. Min ew vexwend muzakereyê. Lê belê polîsan êrişî ciwanan kir û wan bi erdê re kaş kirin û bi pehînan li wan dan. Dema ku min li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan da, midûrê polîsan ku di her çalakiyê de pêşengiya tundiyê dikir, heqaret û çêr li min kir. Paşê min ew hişyar kir ku çêran neke. Li ber çavê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Henîfî Zengîn wî polîsê şimaq avêt min. Wî ev cesaret ji talîmata Zengîn girtiye. Ji ber vê yekê em jî dibêjin ku ew şimaq ango tundî bêguman berê hatiye plankirin.”    BERÊ JÎ GEF LI ENCÛ XWARIYE    Encû destnîşan kir ku polîsê ku şimaq avêtiye wî berê jî tiliyên xwe jê re hejandiye û gef lê xwariye û got: “Piştî wî polîsê şimaq avêt min, Henîfî Zengîn bi xwe hat min kir binçavan. Di kêliya binçavan de îşkence li min kirin.” Encu anî ziman ku di salvegera Qetlîama Roboskî de êriş ango tundiyek wiha li dijî wî pêk hat netesadufî ye û wiha got: “Ez vê tundiyê wek encama polîtîkaya îktidara AKP-MHP’ê ku bi destê dewleta polîsan afirandiye û berperwatiya wan dinirxînim.”    ‘ŞIMAQ LI PARÊZVANÊ JIYANÊ HATIYE XISTIN’    Encu destnîşan kir ku ev şimaq ne di şexsê wî de hatiye avêtin û şimaq di şexsê wî de li hemû kesên parêzvaniya mafê jiyanê dikin hatiye ketin. Encu diyar kir ku ew şimaq li azadîxwaz û aştîxwazan katiye xistin û got: “Em ê hesabê vê şimaqê hem di sindoqên hilbijartinê de hem jî li her qadê bipirsin.”    ‘WALÎTÎ DIXWAZE POLÎS BIPARÊZE’    Encu nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ku têkildarî bûyerê daye û got: “Walîtî dixwaze polîsên xwe ji vê tundiyê û êrişkariyê biparêze. Çimkî em vê parastina polîsan ji qetilkirina Kemal Kûrkût nas dikin. Vê yekê ji xwe re kirine wek ‘kenveşopiya dewletê’. Em ê li dijî tundî û hovîtiya wan serî li rêyên hiqûqî bidin û giliyê wan polîsan bikin.”    MA / Mehmet Aslan