Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-12-19 13:35:32 ŞIRNEX - Li Rêya Armûşê ya li Silopiya di qezeya trafîkê ku pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê li ser rêya Îpekyoluyê ya li texma Nerdûşê ku di navbera navçeyên Cizîr û Silopiya de dimînê kamyonek û texsiyek li hev qelibîn. Di qezayê de Zafer Ustev, Nurettîn Ustev, Orhan Bayram û Melîh Kirmizigul ku di heman wesayîtê de bûn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Zana Ediz jî bi giranî birîndar bû.   Kesên jiyana xwe ji dest dan bi ambûlansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, Edîz ê ku birîndar bû jî rakirin beşa lênêrîna awarte. Hat hînbûn ku rewşa Edîz ê ku di bin tedawiyê de ye giran e.    Malbatên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin nexweşxaneyê.