Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar 2022-12-19 13:57:40   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 651’an de didome. Cezayê “parkê” li wesayîta Malbata Şenyaşar hat birîn ku pankarta “Edalet” li ser hatiye daliqandin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana Malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adadra 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 651’an de berdewam kir. Malbatê pankarta bi nivîsa “Edalet” li wesayîta xwe daliqand û çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê domand.    COTSTANDARTΠ   Ferît Şenyaşar da zanîn ku hefteyek berê li wesayîta wan cezayê “parkê” hatiye birîn û wiha got: “Me wesayîta xwe li Quncikê Edaletê park kiribû û bi hinceta ‘qedexeya parkkirinê’ ceza dan. Xebatkarên edliyeyê vê qedexeyê binpê dikin lê tenê ceza didin me. Heke li pêşiya edliyeyê qedexeyek hebe, divê ev qedexe ji bo her kesî be. Em naxwazin ku di qanûnan de cotstandartî hebe. Em vî cezayî şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê têkildarî mijarê li dozgeriyê gilî bikin. Heke ji bo wesayîta me ceza bibirin wê demê çi karê van wesayîtan li vir heye?”    'SEROKKOMAR ALIYEKÊ VÊ BÛYERÊ YE’    Şenyaşar, destnîşan kir ku ew di doza xwe de mafdar in û wiha bi dawî kir: “Serokkomar aliyekê vê bûyerê ye. Ew jî baş pê dizane ku di vê bûyerê de tê xapandin. Heke serokkomar derkeve û daxuyaniyekê bide dê edalet pêk bê. Wê demê dozger dê peywira xwe bicih bînin. Em heq in, rayedar jî bi vê dizanin. Lê dema dest lê wer didin bi qanûnan nakin û li fermana serdestan guhdarî dikin. Em gelek caran li pêşiya edliyeyê rastî êrişan hatin. Her kesê vê neheqiyê li me dike û li pêşiya edliyeyê zilmê li me dike, dema pergal guherî dê bên darizandin. Em daxwaza edaletê dikin û dê dev ji doza xwe ya heq bernedin. Heke kesên ji nivîsa edaletê aciz hebin, wê demê çi pêwîst be bila bikin da ku em jî biçin mala xwe.”