Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye 2022-12-19 14:37:06   STENBOL - Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay da zanîn ku polîsê şimaq li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu xistî di heman demê de perasiya wî jî şikandibû û wiha got: “Peywira belavkirina tirsê dane van kesan. Ev kes ji koma Soylu ne.”    Bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê meşek hat lidarxistin. Di dema meşê de polîsekî ji ewil heqaret li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu kir û piştre jî şimaq lê xist. Heman polîsê êrişkar, di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî perasiya Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay şikandibû.    'HEWL DA MIN BIXENIQÎNE’   Koray Turkay da zanîn ku heman polîsê êrişî Encu kirî berê perasiya wî jî şikandibû û wiha domand: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hevalên jin xwestin bikevin qadê û polîsan êriş kir. Me jî hewl da ji qadê derkevin û biçin cem wan. Min jî dest li êrişê wer da. Li wê derê jî Midûrê Şaxa Ewlekariyê Hanîfî Zengîn û vî polîsê ku navê wî nizanim êrişî min kirin. Li pişt wesayîta binçavkirinê îşkence li min kirin. Bi taybet jî hewl da min bixeniqîne. Tîşortê min dirandin. Tîşort weke ben bi kar anîn û qirika min şidand. Dema destên min ji pişt ve kelemçekirî, hewl da min bixeniqîne. Demek piştre êdî taqet di min de nema û di wê kêliyê de dev jê berda. Dema li ber mirinê bûm berda. Ev polîsê îşkencekar, wê rojê hem perasiya min şikand û hem jî hewl da min bikuje.”    LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN    Turkay, diyar kir ku piştî bûyerê giliyê Zengîn, polîsê bi navê Ayhan Karaduman û polîsê ku îşkence lê kiribû kiriye û wiha bi dawî kir: “Min rapor girt ku perasiya min bi îşkenceyê hatiye şikandin. Tevî raporê min gilî kir. Lê hêj tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Koma ku polîsê şeq li Encu xistî, Zengîn û Karaduman girêdayî Soylu ye. Armanca van ew e ku di pêvajoya hilbijartinê de tirs û xofê belav bikin. Peywira belavkirina tirs û xofê ku di hilbijartina berê de dabûn Sedat Peker, niha dane vê komê.”