Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e 2022-12-19 19:51:20   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan êrişa polîsan a li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu şermezar kir û got: "Ew şîmaq tenê ne şîmaqek e, nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e."    Duh polîsan di meşa li Kadikoyê de ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan hat lidarxistin, êriş biribûn ser Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu û welatiyan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û gelek parlementerên HDP'ê piştî vê êrişa navborî li ber avahiya partiyê ya Kdikoyê daxuyaniyê dan.    Bûldanê diyar kir ku tişta qewmiye wekî lekeyeke reş li demokrasî, edalet û hiqûqa Tirkiyeyê hatiye barkirin û got ku careke din bi êriş û dorpêça desthilata ku tiştekî tamûl nake, hikûmeta AKP'ê û polîsên destûrê ji wan digirin re rû bi rû mane.    NETEHEMÛLKIRINA VÎNA GEL   Bûldanê destnîşan kir ku duh li Stenbolê destûr nehatiye dayîn ku dayikên ku nêzî salekê ye doza edaletê dikin daxuyaniyê bidin û got: "Li dayikan xistin û ew binçav kirin. Her wiha li hevalên me yên ciwan ên li cem dayikan jî xistin û ew binçav kirin. Duh li vir şîmaq li rûyê hevserokê me yê bajêr Ferhat Encu xistin û ew binçav kirin. Ev neheqî û bêhiqûqîtiya li Ferhat Encu hatiye kirin, nîşana netehemulkirina vîna Stenbolê, vîna gelê Roboskiyê û netehemulkirina malbatên xizmên xwe winda kirine. Duh li vir tenê êrişî Ferhat Encu nehat kirin, êrişî dayikan, hevalên me yên ciwan û gelê me kirin û li wan xistin. Bi awayekî neheq ew binçav kirin."    Bûldanê bibîr xist ku ev êriş di salvegera 11'an a Komkujiya Roboskiyê de pêk hatiye û got ku ev şîmaq ne tenê li Ferhat Encu, di heman demê de li gelê Roboskiyê jî hatiye xistin.   Bûldanê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kesên ev şîmaq li Encu xistin, em baş dizanin ku cesaretê ji wezîrê karên navxweyî yên vî welatî, ji rêveberên vî welatî, ji desthilatê û hikûmeta AKP'ê digirin. Ew şîmaq tenê ne şîmaqek e, nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e, nîşaneya dijminatiya li hemberî HDP'ê ye. Nîşaneya neheqî û bêhiqûqîtiya li siyaseta demokratîk e."    Bûldanê destnîşan kir ku dê gelê Roboskiyê li ber we çokê neşikîne, hûn ê çokê bişikînin ü got ku HDP, vîna bi milyonan kesî ye û ew vê êriş û dorpêça hatiye kirin şermezar dike.