Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê 2022-12-19 23:05:19   AMED - Mehmet Ateş ku piştî 30 salan ji îro ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê derket, hat warê xwe Amedê. Ateş bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.   Mehmet Ateş îro piştî 30 salan ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Hejmara 2’yan derket. Ateş piştî ku ji girtîgehê derket, hat Amedê. Ateş li Amedê ji aliyê ferdên malbatê û hezkiriyên xwe bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Ateş li Amedê kevokên spî ku sembola aştiyê ne firand.   Ateş di sala 1992’yan de li gundê Tepecîkê yê navçeya Karazê ya Amedê hatibû girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê bi îdiya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebedê li Ateş birîbû.