Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye 2022-12-20 09:05:53   MÊRSÎN - Hat diyarkirin ku Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T'yê navê "Jîna Emînî" û dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" wekî sûc hesibandiye û zerfa nameya ku girtiyê ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re nivîsandiye guherandiye.   Parêzer Mehtap Sert ku li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T'yê, hevdîtin bi Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya û girtî Merve Nûr Doganê re kir. Parêzer Sert diyar kir ku Kaya 7 sal in girtiye û ragihandiye ku ji ber ku girtîgeh sar e û kalorîfer piştî saet 9'ê êvarê tên vekirin tim nexweş dikeve.    NAMEYA JÊ RE HATIYE NEDANÊ   Parêzer Sert anî ziman ku mafê sohbetê yê Kaya li qada hevpar tê astengkirin û ew girtiyên edlî di heman qawîşê de ne. Sert ev tişt ragihandin: "Di warê nameyan de pirsgirêka wê heye. Ji roja ku hatiye girtin heya niha ji derveyî welêt jinek jê re nameyan dinivîse. Ji ber ku li ser zerfê tîpên 'îbzn' hebûne, dest danîne ser nameya wê. Gotine bi şîfre ye." Sert da zanîn ku nameyên di heman zerfê de tên ji aliyê îdareyê ve tên qebûlkirin, lê belê gava girtî di heman zerfê de nameyê dişînin, nameya wan naşînin.    Sert bilêv kir ku nameya ku Dogan ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re nivîsandiye jî navê "Jîna Emînî" û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" yên li ser zerfê nivîsandî sûc hatine hesibandin û got: "Îdareyê ji Dogan re gotiye zerfê biguherîne. Dogan jî ev di hundirê nameyê de nivîsandine û wiha şandiye. Îdareya girtîgehê bi awayekî kêfî hin peyvan wekî sûc dihesibîne û ser nameyan xêz dike û dike ku name neyên xwendin an jî dest datîne ser wan. Name, ji aliyê sê saziyên cuda ve tên xwnedin. Mohra komîsyona namexwendinê, midûrê duyemîn û midûrê sêyemîn li ser nameyê dixin û bi vî awayî dikin ku name neyên xwendin. Di dema hevdîtinê de ji ber ku girtî silavê didin malbatên girtiyên din an jî li halê wan dipirsin, îdare astengiyan dide ber wan û nahêle bi mirovên din re biaxivin."    'NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE'   Sert da zanîn ku hefteya borî Tûba Sert û Zîlan Demîr sirgûnî Girtîgeha Manavgat a Antalyayê ya Tîpa S'yê û girtî Şevkiye Dayangaç jî sirgûnî Girtîgeha Alanyayê ya Tîpa L'yê û Gûrbet Ozturk jî sirgûnî Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan hatiye kirin û ev agahî ragihandin: "Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tarsûsê êdî xwe disipêrin sedemnine dûrî aqilan. Tevahiya cîhanê berxwedana jinên Îranê ya bi Jîna Emîniyê re dest pê kir silav dike, lê îdareya girtîgehê navê wê wekî sûc dihesibîne." Sert bilêv kir ku sersaxî hem daxwazeke mirovî hem jî wecîbeyeke olî ye ku piştî miriyan tê kirin, lê belê girtîgeh vê jî wekî tiştekî derqanûnî dihesibîne û wiha got: "Tiştên tên kirin ne hiqûqî ne jî wijdanî ne. Careke din divê bê bibîrxistin ku girtîgeh ne dadgeh in."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen