103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-12-20 10:09:34   STENBOL - 103 kesên dema bertek nîşanî tundiya polîsan a li dijî meşa Nobeta Edaletê ya li navçeya Kadikoyê dan, bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin li Stenbolê dabûn dest pê kirin, di hefteya 39’emîn de bi meşa di 18’ê kanûnê li navçeya Kadikoyê hate lidarxistin bi dawî bû. Di çalakiya şermezarkirina tundiya polîsan a li dijî meşa Nobeta Edaletê ya duh li Kadikoyê hate lidarxistin de 103 kes hatin binçavkirin. Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Zeynep Calihan, Kûmrî Akgul, Gulsum Ozturk û Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu di nav de 103 kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan hatin berdan.