Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir 2022-12-20 11:42:24 RIHA - Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy jî di nav de 5 kesên ku dadgeha herêmî 73 sal û 20 roj cezayê girtîgehê li wan birîbû ji aliyê Îstînafê ve hat erêkirin. Polatsoy got: “Bi biryarê dixwazin me bitirsînin. Ez natirsim, bêzar nabim û ez ê nerevim.”    Li taxa Şevran a bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve di 30’ê nîsana 2013’an de dihatin îdiakirin ku “kîsek bombeye” hatiye dîtin û bi hêceta vê yekê derbarê nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy, Dogan Sayin, Mehmet Ekrem Polatsoy, Şahîn Tanrikûlû, Ahmet Geçgel, Muslum Halhalli û Ayhan Orûç de doz hatibû vekirin. Ev 7 kes bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê”, “endamtiya rêxistinê”, “madeyên bitalûke bêdestûr li cem xwe girtine” û “propagandaya rêxistinkirî” dihatin darizandin. Di meha gulanê de 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê biryara dozê da û ji “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza, ji “madeyên bitalûke bêdestûr li cem xwe girtiye” 6 sal û 6 meh û 20 roj û 25 hezar lîre ceza li Mehmet Serhat Polatsoy birî. Ji “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê” û “propagandaya rêxistinê” jî derbarê Polatsoy de biryara beraetê hat dayîn.    Dadgehê li Mustafa Ekrem Polatsoy, Dogan Sayin, Şahîn Tanrikûlû û Muslum Halhalli jî ji sûcê “çekan ji bo rêxistinê temîn kirine” li her yekê 15 sal cezayê girtîgehê birî û derbarê Ahmet Geçgel û Ayhan Orûç de jî biryara beraetê da.    ÎSTÎNAFÊ CEZA ERÊ KIR    Li dijî vê biryara dadgeha herêmî serî li Dadgeha Îstînafê ya Herêma Dîlokê hat xistin. Dadgeha Îstînafê derbarê serlêdanê de biryar da û got ev biryara dadgeha herêmî li gorî ûsilê ye û ne li dijî hiqûqê ye û biryara redkirina serlêdanê da. Îstînafê bi giştî 73 sal û 20 roj cezayê girtîgehê li her 5 kesan hatibû birîn erê kir.    ‘EZ Ê NEREVIM’    Nivîskar û rojnamevan Polatsoy li dijî vê biryarê derket û wiha got: “Bi biryarê dixwazin me bitirsînin. Ez natirsim, bêzar nabim û ez ê nerevim.” Polatsoy destnîşan kir ku wan li dijî biryara erêkirinê ya Îstînafê serî li Dadgeha Bilind dane ku biryara cezakirinê were betalkirin.