Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan 2022-12-20 11:46:25   AMED - Di maça Amedspor û Menemensporê de 9 ciwanên ku ji ber di kêliya xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûne pêya hatibûn binçavkirin, duh derengê şevê li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Maça Amedsporê û Menemensporê di 19’ê 18’ê kanûnê de li Stada Amedê hat lîstin. Bi hêceta ku di maçê de kêliya Sirûda Îstîklalê hatiye xwendin 9 ciwan ranebûne pêya, di dema maçê berdewam dikir hatibûn binçavkirin, duh di derengiya şevê de Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê bi qedexeya derketina derveyî welat û qedexeya temaşekirina maçê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Yek ji ciwanên hatibû bincavkirin jî Zana Efe bû ku bi nexweşiya epîlepsî ketiye.