Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn 2022-12-20 12:53:19   EDENE - Di doza êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Edeneyê de dadgehê 3 meh û 22 roj cezayê hefsê da.   Zarokê bi navê O.Y. êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê kiribû û derheqê wî de bi tawanbariya “ziyan gihandiye mal” doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Zarokan a Edeneyê hate lidarxistin. O.Y. ku negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû û parêzerê wî amade bû. Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Mehtap Sert û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÇHD) di danişînê de amade bûn.    CEZAYÊ DAXISTÎ   Danişîn bi awayekî girtî hat lidarxistin û dadgehê da zanîn ku ziyana madî hatiye pêşwazîkirin. Parêzeran da zanîn ku êriş li dijî partiyeke siyasî hatiye kirin û xwestin ku êrişkar bi sûcê “ziyandayîna malê partiyeke siyasî” were cezakirin. Parêzerê bersûc jî wiha got: “Me ziyana madî pêşwazî kir. Her çend ku êrişî partiyeke siyasî kiribe jî, bi kelecana balixtiyê kiriye. Lewma em daxwaza beraetê dikin.”    Dadgehê ji ber sûcê “ziyandayîna malê partiyeke siyasî” salek û 6 meh cezayê hefsê da. Her wiha bi sedema ku heqê ziyana hatiye dayîn û temenê êrişkar ku ji 18 saliyê biçûktir e, cezayê wî daxist. Ceza ji ewil bû 9 meh û piştre jî dadgehê daxist 3 meh û 22 rojan. Dadgehê ceza taloq kir.    JI HDP’Ê DAXUYANÎ   Piştî danişînê jî parêzer Mehtap Sert li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û got ku bi vekirina doza li zarokekî xweş nînin û wiha got: “Ji ber nivîsa wî ya JÎTEM’ê em tev li dozê bûn. Zîhniyeta ku ji zarokan kujeran diafirîne, ji zarokan kesên sûcdar diafirîne û hewl dide xwe paqij derxîne. Em dizanin ku her ku xebatên me mezin dibin dê êriş zêdetir bibin. Em ê giliyê êrişan bikin û li qadan têbikoşin.”