Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir 2022-12-20 14:52:32   STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û şandeya xwe serdana Hevserokên HDP’a Stenbolê kirin. Akdenîz got: “Hûn ne bi tenê ne. Em ê hemû bi hev re dawî li vê tariyê bînin.”    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û şendaya pê re serdana Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku bi êrişa polîsan re rûbirû mabû, kirin. Serdan li avahiya HDP’a Stenbolê pêk hat. Encu û rêveberên HDP’ê pêşwazî li şandeyê kirin. Akdenîz piştevaniya xwe bo Encu û HDP’ê ragihand û ew şimaqa hatiye avêtin pêvajoya faşîst û rejîma yek zilamî dide nîşandan.    Akdenîz diyar kir ku ew şimaq li gelê kurd ketiye û got: “Li dijî gel êrişên topyekûn hene. Divê em jî bi topyekûnî berxwedana xwe nîşan bidin. Ew şimaq di şexsê we de li tevahiya gelê kurd ketiye. Hûn ne bi tenê ne. Ew şimaq li me hemûyan ketiye. Em ê bi hev re dawî li vê tariyê bînin.”    ‘WÊ GEL ŞIMAQÊ LI WAN BIDE’   Encu jî ji bo serdan û piştevaniyê spasî li şandeyê kir û got piştevanî hêz û hêviyê dide wan. Encu destnîşan kir ku ew şimaq ne li şexsê wî ketiye û li tevahiya gelê kurd ketiye û dê şimaqa rastî gel nîşanî wan bide û li wan bixe. Encu anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê hesabê şimaqê ji wan bipirsin.