Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin 2022-12-20 15:36:33   STENBOL - Odeya Bijîşkan a Stenbolê ji bo danişîna Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya di 23’yê kanûnê de were lidarxistin, banga tev li bûnê kir.    Odeya Bijîşkan a Stenbolê têkildarî zextên li ser rêxistinên pîşeyî û danişîna Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya di 23’yê kanûnê de li Edliyeya Çaglayanê were lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek bijîşk tev li civîna bi dirûşmeya “Bijîşk Bêdeng Nabin, TTB nikare were bêdengkirin” li avahiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê ya li Cagaloglûyê hate li darxistin bûn.    ODEYA ME DI HEDEFÊ DE YE   Sekretere Giştî  yê Konseya Navendî yê TTB’ê Dr. Vedat Bûlût ê di civînê de axivî, diyar kir ku odeya wan di hedefa desthilatê de ye û wiha got: “Em rêxistineke wisa ne ku ‘Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê’ de jî di nav de gelek pirsgirêkên di serdema Kovîd-19’ê de teşhîr kirin û ji raya giştî re parve kirin.”   ÊRIŞ GIHIŞTIN ASTA HERÎ JOR   Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan jî diyar kir ku bi girtina Fîncanci êrişên li dijî rêxistinên pîşeyî gihişt asta herî jor û wiha got: “Gefan li me bixwin jî em zanîna xwe ya tibî ji bo binpêkirina mafên mirovan û azadiyên kesayetî bi kar naînin.”   JI BO DANIŞÎNA FÎNCANCI BANG KIR   Erdogan, bang li hemû hempîşeyên xwe kir kut ev li danişîna Fîncanci ya di 23’yê kanûnê de li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê were lidarxistin bibin û bernameya ku odeya wan têkildarî wê rojê amade kiriye parve kir.    Bernameya 23’yê kanûnê ku ji aliyê Odeya Bijîşkan a Stenbolê ve hatiye plankirin wiha ye:    * 08.30: Daxuyaniya çapemeniyê (Li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê)   * 09.30: Danişîna dozê (Eywana Danişînê ya 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Çaglayan a Stenbolê)   * Daxuyaniya çapemeniyê ya piştî danişînê (Li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê)   * Pişt re li Odeya Bijîşkan a Stenbolê wê daxuyanî bê dayîn)