Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin 2022-12-20 16:18:37   ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku derbarê 7 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.    Li Êlihê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin Abdûllah Îş, Şerîf Çakar, Mûstafa Erol binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hate hînbûn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe û derbarê 7 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.