ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-21 09:00:46     * Di nava salê de ji ber krîza aborî ya di dema Covîd-19’ê de, 2 hezar û 417 bijîşk çûn derveyî welat, peydakirina 650 dermanan pir zehmet bû û herî kêm 398 bûyerên tundiyê pêk hatin. Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten wiha got: “Ji bo civakeke bitendurist divê derbasî pergaleke nû bibin.”     * Rêveberê HDP'a Êlihê Mehmet Şîrîn Ongun, ji bo beşdariya li mîtînga ku dê di 25'ê Kanûnê de li dijî "şer, tecrîd, zorbdarî, xizanî, faşîzm û kedxwariyê" li dar bixin bang kir.    * Ciwanên ku bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan, gotin: "Tenê ne meseleya pêwendîdanînê, divê bi awayekî fîzîkî jî azad bibe."    * Alî Yuzbaşioglû ku di Komkujiya Mereşê de birayê wî Mûstafa Yuzbaşioglû hatiye qetilkirin, diyar kir ku 44 sal in li benda hevrûbûnê ne û got: "Nebûna hevrûbûnê, dê bibe sedema bûyerine nû."    * Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin û pergaleke nû ava bikin.    * Li Şirnexê welatiyê ku li dijî birîna daran a li Şirnexê berdewam dike daxwazname ji Midûriyetên Daristanên 5 bajarên cuda re şandibûn bê bersiv man. Ji serlêdaran Abdulezîz Gungen bertek nîşanî Midûriyetên Daristanan da û got: "Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Şirîkê vê birînê ne.”    * Dayika Aştiyê Necîha Çakir a ku di temenê biçûk de tê zewicandin diyar kir ku di wî temenê xwe de bi xizanî û tundiyê re rûbirû dimîne.    * Rojnameya heftane ya bi kurdî  "Xwebûn” 4 salî ye. Ji edîtorên Xwebûnê Nevîn Alkan got: "Xwebûn şopdarê Azadiya Welat e û em pênûsa hevalên xwe yên hatine qetilkirin û yên girtin li erdê nahêlin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 653'yemîn de berdewam bike.    * Ji bo betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP'ê ya Amedê dê li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtin bê kirin.     * Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê têkildarî serdana ku UNESCO’yê li Amedê kiribû dê li avahiya Odeya Endezyarên Elektrîkê daxuyanî bide. (12.30)   * Komeleya 78'an bi daxwaza ku Girtîgeha Amedê bibe "Muzeya Mafên Mirovan" dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)   * Parlamenter û rêveberên HDP'ê dê li navçeya Sûrê ya Amedê serdana esnafan bike. (13.00)   * Danişîna 7'emîn a doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye vekirin dê li 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (14.00)    * Cejna Şeva Yelda dê li Amed, Êlih û Îzmîrê bi şahiyan were pîrozkirin. (15.00-19.00)