Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye 2022-12-21 10:11:44   AMED - Rojnameya heftane ya bi kurdî  "Xwebûn” 4 salî ye. Ji edîtorên Xwebûnê Nevîn Alkan got: "Xwebûn şopdarê Azadiya Welat e û em pênûsa hevalên xwe yên hatine qetilkirin û yên girtin li erdê nahêlin."   Rojnameya heftana ya bi kurdî Xwebûn ku di 23'yê kanûna 2019’an de dest bi weşana xwe kir, 3 sal li dû xwe hiştin. Xwebûn ku di destpêkê de tenê bi awayekî matbû dihat çapkirin, niha di qada dîjîtal de jî çalak e. "Xwebûn" li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî ye û bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşana xwe dike. Xwebûn ji 12 rûpelan pêk tê û her wiha ji 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê jî gelek kes tê de dinivîsin.    ‘GELEK CARAN HAT ASTENGKIRIN’   Rojnameya Xwebûnê ji roja hatiye avakirin heya niha bi dehan caran malpera wê ya medyaya û gelek hejmarên wê jî belesebeb hatine hatine astengkirin. Her wiha ji aliyê polîsên dewletê ve gef li belavkarên wê hatine xwarin. Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê wê Zeynel Abîdîn Bûlût, di operasyona 8'ê hezîranê de ya li dijî çapemeniya kurdî, tevî 14 rojnamevanan hatin girtin. Lê tevî ev qas zext û zoriyan jî Xwebûn bênavber weşana xwe didomîne û her diçe xurttir dibe.    Bi boneya 4 saliya Xwebûnê, edîtora rojnameyê ya serwîsa kirmanckî Nevîn Alkan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ‘GELEK BEDEL HATIN DAYÎN’   Alkan  di destpêka axaftina xwe de behsa dîroka çepemeniya kurdî kir û wiha got: “Çapemeniya kurdî ji destpêkê heya îro bi qetlîam û kuştinan re rû bi rû maye. Em dikarin bêjin Xwebûn wekî şopdara Azadiya Welat e. Piştîku Azadiya Welat bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hat girtin. Xwebûn bû şopdara ew saziyên kurdî yên hatin girtin." Alkan da zanîn ku çapemeniya azad gelek bedel dane û hê jî dide û wiha domand: “Ji dîrokê heya Apê Mûsa û heya îro ji bo rastiyê bigihîjîne raya giştî û gelê kurd ji rastiyê bêpar nemîne her tim li ser kar e."   ‘EM Ê PÊNÛSA HEVALÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN’   Alkan anî ziman ku piştî Azadiya Welat hatiye girtin, bi demeke kurt Xwebûnê ava kirine û bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd: "Di demên dawî de her çi qas hevalên me yên rojnameger hatibin girtin jî û zindanên li Tirkiyeyê bi rojnamegeran bên dagirtin jî, lê em pênûsa hevalên xwe yên hatine qetilkirin û yên hatine girtin li erdê nahêlin. Em ê layiqî wan bin û vê rastiyê bigîhînin hevalên xwe.”   Alkan bibîr xist ku Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê wan Zeynel Abîdîn Bûlût, di operasyona 8'ê hezîranê de ya li dijî çapemeniya kurdî, tevî 14 rojnamevanan hatine girtin û ev tişt gotin: “Her du hevalên me edîtor bûn û gelek keda wan hebû. Her çi qas niha ew girtî bin jî û ne di nava me de bin jî em li ser karê xwe ne û heya ji me bê em ê karê wan jî bikin û valahiya wan dagirin. Heya ku hevalê me bên berdan çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘ARMANC BÊDENGKIRINA GELÊ KURD E’   Alkan diyar kir ku her tim êriş li ser çapemeniay kurdî hene û ji bo astengiyên li ber rojnameya Xwebûnê wiha axivî: "Rojname gelek caran hatin astengkirin. Belavkirina wê hat astengkirin. Gef li xebatkarên belavkar hatin xwarin. Têkildarî astengiya li ber belavkirinê me xwest em daxuyaniyê bidin, lê polîsan nehişt û êrîşî me kirin. Armanca bêdengkirina gele kurd e.   ‘ME BIŞOPÎNIN’   Alkan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Me 3 sal li dû xwe hiştin û em ketin sala nû. Ji bo hevalên me bên berdan û ji bo ragihandina rastiyê çi ji destê me were em ê bikin. Her tim bibin şopdarê heqîqetê. Em dixwazin ku gelê me bibe şopdarên me û bibin abonên me.”   MA / Mehmet Guleş