Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin 2022-12-21 11:00:22 ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û gotin heta ew bigîhijin encamê dê çalakiya xwe bidomînin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirin û xeber negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngavek nû da destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê, xebernegirtina ji Ocalan û bêdengiya rayedaran ber bi Wezareta Dadê ve meş li dar xistin. Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Abdullah Koç, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Celadet Gaydali û Erdal Aydemîr pêk dihat meşiyan Wezareta Dadê. Polîsan li cihek nêzî avahiya Wezareta Dadê heyetê asteng kir û nehişt biçin ber avahiyê.    Di meşê de dovîzên bi nivîsên wek “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hatin hildan. Li cihê ku meş hat astengkirin daxuyanî hat dayîn.    FIKARÊN TENDURISTÎ Û JIYANA OCALAN    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku her roja ku diçe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê li Girtîgeha Îmraliyê dijwartir dibe û wiha got: “Ev nêzî du salan e xeber jê nayê wergirtin. Di meha îlonê de heyeta CPT’iyê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû. Lê belê tu daxuyanî nedan raya giştî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku birêz Ocalan bi heyeta CPT’iyê re hevdîtin nekiriye. Rewşa tenduristî û jiyana Ocalan rê li ber xeterî û fikarek cidî ya gelê me vekiriye. Wek ku hûn dizanin hiqûqa netewî û navnetewî hatiye binpêkirin. Tecrîd êdî hatiye astek krîtîk. Em dixwazin gelê me, hêzên demokrasiye û her kesê li dijî tecrîdê rabe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”    ‘TECRÎD GIHÎŞTIYE ASTEK KRÎTÎK’    Ozturk bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk de û wiha axivî: "Her ku dengê Ocalan dihat bihîstin hem ji bo aştiya civakî hem jî ji bo siberoja Tirkiyeyê hêvî geş dibûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên tecrîdê ya li ser birêz Ocalan polîtîkayeke nemirovane ya ji bîrkirinê dimeşîne. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike. Hatiye qonaxeke krîtîk. Birêz Ocalan hem ji bo gelê me û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî grîngiyek bi wate ye û em vê girîngiyê ji pratîkên wî berê dizanin. Ji ber ku firsend hat dayîn, bû dengê aştiya civakî. Em dîsa bang dikin; tecrîd di qanûn, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye pê ve girêdayî ye de cih nagire, tecrîd îşkence ye. Nêzîkî du sal in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin, bi tu awayî parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê û pêwendî deynin. Pêkanîna tecrîda mutleq hem îşkence û hem jî sûcê mirovahiyê ye. Divê birêz Ocalan demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji niha û pê ve hiqûq û qanûn ji bo birêz Ocalan jî bên sepandin. Ji ber vê yekê îro em weke parlementer van pêkanînên tecrîdê, tecrîda ku ji pîvana mirovî derbas bûye û hatiye asteke krîtîk, qebûl nakin. Em ê êdî tehemûlê vê nekin."    ‘SEBRA ME NEMAYE’    Ozturk diyar kir ku heta destûr neyê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ew ê li ber Wezareta Dadê bin û got: “Divê tecrîd nebe malzemeye siyaseta rojane. Nêzîkatiya li Îmraliyê ji bo me nêzîkatiya demokrasî, hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye. Ev nêzîkatî wê di hemû biryarên siyasî yên ku em ê ji niha û pê ve bigirin de bi bandor bin. Em ê ji îro pê ve li dijî tecrîdê sebir nekin. Divê gavên berbiçav bên avêtin. Heta ku çalakiya me bigihîje encamê wê bidome. Tecrîd mirin e, tune hesibandin e. Yan em ê bi hev re rêyekê vekin, yan jî em ê rêyekê bibînin."   Piştî daxuyaniyê parlamenteran li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomînin.