Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin 2022-12-21 12:13:30   RIHA - Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 653’yan de didomîne wiha got: “Kurê min berdin, kujeran bigirin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 653’yan de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê, ji ber careke din cihê nobeta wan bi wesayîtên fermî hate girtin, pankarta li ser “edalet” dinivîse di destê xwe de girtin û li ber deriyê edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.    ‘KURÊ MIN BERDIN’   Emîne Şenyaşar a li vir axivî wiha got: “Heta ku hûn kurê min bernedin ez ji vir naçim. Bila kurê min berdin ku em jî biçin mala xwe. Ma wijdana vê hikumetê nîne? Di nava dikanê de gule li kurê min reşandin. Malbata min li nexweşxaneyê kuştin. Bila kesên ku kurê min û hevjînê min qetilkirin bên girtin. Çi bikin bila bkin ez ê ji vir ranebim.”   ‘KUJERAN BIGIRIN’   Şenyaşar, da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “3 canên min kuştin, qet nebe bila kurê min berdin. Çima kesên malbata min qetilkirin nagirin. Em daxwaza edaletê dikin ceza li me dibirin. Ma dîn û îmana vê hikumetê nîne?” Şenyaşar, bi bîr xist ku dîwarên nexweşxaneyê hatine boyaxkirin û qeydên nexweşxaneyê hatine dizîn û got: “Ka hikumet. Çima piştgiriya wan dikin.”   Malbatê piştî axaftinê dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” berz kir. Çalakiya nobetê ya malbatê didome.