Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin 2022-12-21 12:50:46 MUGLA - Parêzer Duygu Înegollu têkildarî binçavkirina 2 penaberên ji rojhilatê Kurdistanê li navçeya Marmarîsê û biryara dersînorkirina wan daxuyanî da û da zanîn ku ji bo her du rojhilatiyan serlêdana mafê penaberiyê kirine.    Welatiyên bi navên Shawgar Mohammadî û Hosseîn Menbarî (Amanî) ên ji rojhilatê Kurdistanê, di 15’ê kanûnê de li nêzî bendergeha li navçeya Marmara ya Muglayê hatin binçavkirin û tê xwestin ku li Îranê bên dersînorkirin. Parêzera rojhilatiyan Duygu Îneggolu têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku baroyên Îzmîr û Muglayê jî bûyerê ji nêz ve dişopînin.    Înegollu da zanîn ku cara ewil di roja duşemê de kariye miwekîlên xwe bibîne û wiha got: “Li gelek  navendên din ên vegerandinê parêzer dikarin xeta wergêriyê ya bêpere ya Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê bi kar bînin lê li vê navendê destûr nehat dayîn. Miwekîlên me bi kurdî û farisî dizanin lewma me ji ewil nekarî pê re peywendiyan deynin. Di dawiya hefteyê de hatibûn girtin lewma hêj dosyaya wan jî nehatiye amadekirin û di vê mijarê de penaber nehatine agahdarkirin. Ji ber vê sedemê me bi alîkariya madî ya hevalên penaberan wergêrê sondxwarî yê farisî girt û çendek saet piştre em çûn saziyê.”    CEZAYÊ ÎDAMÊ    Bi domdarî Înegollu got ku derheqê penaberan de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn û wiha bi dawî kir: “Cihê ku lê tên ragirtin, navenda vegerandinê ye. Me dît ku digirîn û ditirsin. Dibêjin ku derheqê wan de biryara darvekirinê heye û heke li Îranê bên vegerandin dê bên darvekirin. Her wiha gotin ku gelek hevalên wan ji hêla hikûmetê ve hatine girtin û windakirin. Dema me bo wan qala pergala mafê penaberiyê kir, xwestin ku serlêdanê bikin. Mafê kesên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin heye ku serlêdana parastina navneteweyî bikin. Dema me ji bo nivîsandina daxwaznameyê bang li rayedaran kirî, gotin ku pergala qeydkirina ewraqan nîne lewma jî serlêdan nehilgirtin. Ji ber rewşa awarte û nêzbûna bidawîbûna saeta mesaiyê, bi rêya maîlê ji îdareya koçberiyê re şand. Hêvîdarim ku li gorî hiqûqê tevbigerin û ev penaber neyên dersînorkirin. Em ê pêvajoya jinêz ve bişopînin.”