Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin 2022-12-21 13:03:51   AMED - Di danişîna doza parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal de ku ji dosyaya KCD’ê tê darizandin, dozger mutalaa da û xwest ku 15 sal cezayê hefsê lê were birîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de derheqê parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Uysal tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Gulan Çagin Kalelî û Mehdî Ozdemîr amade bûn.    DOZGER 15 SAL CEZAYÊ HEFSÊ XWEST    Dozgeriyê mutalaaya xwe dubare kir û diyar kir ku Uysal tev li çalakiyên KCD’ê bûye. Dozger, bal kişand ser biryara erêkirina cezayê Aysel Tugluk a Dadgeha Bilind û got ku di dema pêvajoya qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de parêzeran komên tespîtkirina mafan û Whatsappê ava kirine. Dozgeriyê îdia kir ku Uysal bi rêk û pêk tev li çalakiyên KCD’ê bûye û xwest ku bi sedema “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê lê were birîn. Her wiha dozgeriyê xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya Uysal jî bidome.    PARÊZERAN DEM XWEST    Parêzeran jî ji bo bikarin li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, dem xwestin. Parêzeran xwestin ku tevdîra kontrola edlî ya miwekîla wan bê rakirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo dem qebûl kir, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir û danişîn taloqî 15’ê adarê kir.