Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye 2022-12-21 13:34:33   ŞIRNEX - Hate îdiakirin ku li Çiyayê Cûdî yê operasyona leşkerî lê didome helîkopterek ketiye.    Operasyona leşkerî ya li herêma Çiyayê Cûdî yê li çoltera navçeya Silopiya û navenda Şirnexê ye hefteyeke didome. Di navbera endamên HPG’ê û leşker û cerdevanan de li hin cihan şer derdikeve. Hate îdiakirin ku li herêmê helîkoptereke leşkerî ketiye xwar. Hate îdiakirin ku Helîkopter duh saet di 16.00’an de li qada Girê Heymo ketiye çem.