Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin 2022-12-21 15:53:11   TEKÎRDAG - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK’ê hatibû destpêkirin de ji 29 siyasetmedarên hatibûn girtin 11 siyasetmedar hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dabû destpêkirin, di 3’ê yê hezîranê de di encama serdegirtina malên rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan de 37 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 37 kesan 29 kes hatibûn girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Tekîrdagê lêpirsîna girtina mehane kir û derbarê 11 siyasetmedaran de biryara tehliyeyê da û biryar da ku 18 siyasetmedar jî girtî bê darizandin. Di nava yên hatin berdan de Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar e jî heye.    Navên siyasetmedarê hatin tehliyekirin wiha ne: Huseyîn Guzel, Arîf Îsmet Yilmaz, Sadî Ozdemîr, Hasan Ergul, Mehmet Bozkûrt, Mehmet Alî Kozeoglû, Merve Hantekîn, Gulcan Çîdemlî, Saadet Firat, Gîzem Kuzuk û Ceren Karaca.