Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî 2022-12-21 16:25:00   ENQERE - Dadgehê bi hêceta “propaganda rêxistinê kiriye” 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî.    Danişîna biryarê ya doza rojnamevan Hayrî Demîr ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin û heta 32 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin, hat lidarxistin. Danişîn li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Parêzera Demîr, Nûray Ozdogan tev li danişînê bû. Heyeta dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” bi hêceta delîlên têrkirî tune ne biryara beraetê da Demîr û ji “propaganda rêxistinê” jî 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê hefsê li Demîr birî. Dadgehê qedexekirina derketina derveyî welat rakir û biryar da ku hikmê cezayê hatiye birîn taloq kir.