Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin 2022-12-21 19:22:52   ŞIRNEX - Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê Aras Baycî di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li texma Deriyê Sînor ê Xabûrê TIR'eke di rê de rastî êrişeke çekdarî hat. Ajokarê TIR'ê Aras Naycî (31) bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Naycî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Hat hînkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.