Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin 2022-12-21 19:41:00   COLEMÊRG – Cenazeyê Şaban Yorgûnê HPG'î ku li gundê Anîtosê yê Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 mehan radestî malbatê hat kirin û li Colemêrgê hat veşartin.    Di 12'ê Hezîranê de li gundê Anîtos ê Colemêrgê 3 gerîlayêN HPG û YJA-STAR'ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Jiyan Konûr, Canan Ozdemîr û Şaban Yorgûn piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li Serê Solan a girêdayî navenda Colemêrgê li "Goristana Bêkesan" hatibûn veşartin.    Malbata Şaban Yorgûn gava pê dihese ji Mêrsînê tê Colemêrgê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dide. Piştî 7 mehan encama DNA'yê kişf bû û Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê destûr da malbatê ku cenazeyê xwe wergire.    Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin ji bo cenazeyê Yorgûn wesayîta cenaze û ji bo vekirina gorê jî kemçe neda malbatê. Paşê ferdên malbatê bi derfetên xwe gorê vekirin û bi wesayîteke cenaze ya xisûsî cenazeyê ji "Goristana Bêkesan Derxistin" birin goristana li Taxa Karşiyakayê û veşartin.