Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin 2022-12-22 09:42:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku di navbera 15'ê mijdarê û 21'ê mijdarê de li rojhilatê Kurdistanê hatibûne kuştin têne bibîranîn. Bi munasebeta çilroja welatiyên kuştî, li gelek bajaran li goristanan merasîm hene.     Li rojhilatê Kurdistanê û hemû eyaletên Îranê, xwepêşandan berdewan dikin. Li rojhilatê Kurdistanê vê hefteyê çalakî dê bi merasimên bîranînan bidomin. Welatiyên ku di navbera 15'ê mijdarê û 21'ê mijdarê de li rojhilatê Kurdistanê hatibûne kuştin bi munasebeta çilroja wan, dê li gelek bajaran li goristanan bêne bibîranîn.     Navên hin welatiyên ku hatibûne kuştin û dê bêne bibîranîn wiha ne: Ji bajarê Sinê Aram Hebîbî, Omîd Hesenî, Zanyarullah Muradî, Îsa Beglerî, Şaho Behmenî, Huseyin Ebdupenah; ji bajarê Bokan'ê Mustefa Şabanî, Xefûr Mewlûdî, Hejar Mam Xusrewî, Hîwa Canan, Saman Qadirbegî, Emced Înayetî, Muhamed Hesenzade, Salar Mucawer, Şehriyar Mihemedî; ji bajarê Mahabad'ê Azad Huseyinpur, Mehran Rehmanî, Abdurrahman Bextiyarî, Himemed Ehmedî Gageş; ji bajarê Banê Aso Qaderî; ji Kamyaran'ê Fuad Muhemedî, Burhan Kerîmî; ji Pîranşar'ê Karwan Qadirşikerî, Emîr Ferasetîşad, Tahir Ezîzî, Heyder Mehalî; ji Dîwandere'yê Hebîbûllah Fetahî, Fuad Suwarî; ji Kirmanşan'ê Kureş Pajex; ji Ciwanro'yê Îsmaîl Gulenber, Cewher Fetahî, Cemal Azemî, Tehsîn Mîrî, Îrfan Kakayî, Behaedîn Weysî.