Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî 2022-12-22 10:23:23   ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Prof. Dr. Vedat Bûlût diyar kir ku sibê wê Şebnem Korûr Fîncanci derkeve pêşberî dadgehê û got: “Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî lê Sokrates di bîra me hemûyan de ye.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi sedema ku derbarê çekên kîmyewî ya ku Tirkiye li dijî endamên HPG’ê bikar anî nrixandin kirin de di 27’ê cotmehê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Fîncanci sibê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin. Derbarê Fincanci ku li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Jinan de tê ragirtin bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê tê xwestin.    SAZÎ Û DEZGEHÊN NAVNETEWΠ   4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îdianameya Fincanci qebûl kir û paşê bi biryara bêrayeyê îdianameyê şand Stenbolê. Sibê wê ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bijîşk, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û her wiha nûnerên sazî û dezgehên navnetewî jî dê tev li danişînê bibin.    Sekreterê Giştî yê TTB’ê Prof. Dr. Vedat Bûlût diyar kir ku wan daxwaza ji bo Fîncanci ji Enqereyê bi balafirê bînin Stenbolê kirine û lê hê jî daxwaza wan nehatiye qebûlkirin lê ew hêvî dikin ku bê qebûlkirin.    ‘8 HEFTE NE JI AZADIYA XWE BÊPAR E’    Bûlût diyar kir ku ew ê bi şandeyên ji Tirkiyeyê û navnetewî bên dozê bişopînin re daxwaza edalet û hiqûqe bo Fîncanci bikin û got: “Em ê daxwaz bikin ku mamoste Şebnem bê berdan. Heke bixwazin dê mamoste Şebnem bê berdan. Tiştek ku girtin hewce nedikirbû. 8 hefte ne mamoste Şebnem ji azadiya xwe bêpar maye.” Bûlût da zanîn ku li gel ew daxwaz dike jî wek sekreterê giştî yê TTB’ê nikare biçe hevdîtina Fîncanci û ew hêvî dikin ku ev rewşa girtinê bi dawî bibe û bi seroka xwe re xebatên xwe yên mayî bidomînin.    ‘ZANIST TÊ DARIZANDIN’    Bûlût destnîşan kir ku dê sibê zanist bê darizandin û wiha got: “Mamoste Şebnem bi xebatên xwe yên akademik û zanist li qada netewî û navnetewî wek kesayetek ku her kêlî mafê mirovan diparêze û dij îşkenceyê derdikeve tê nasîn. Mirovek qedirbilind e. Pirsgirêka herî mezin bêedaletî ye. Em baş dizanin, dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî lê Sokrates di bîra me hemûyan de ye. Ew mirovek ku êdî bûye malê dîrokê. Mamoste Şebnem jî êdî mirovek serdemî ye û helbet wêr ojek ramanên wê jî werin fêmkirin. Helbet wê rojekî binpêkirinên mafên mirovan kêm bibin. Ev jî bi azadî û bicihanîna edaletê dikare pêk were.”