HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin 2022-12-22 15:43:05   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn ku ji bo sala 2023’yan hate diyarkirin da û wiha got: “Li xebatkaran xizanî tê ferzkirin. Em ê vê pergala kedxwar biguherînin.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna ku nûnerên karkeran nehatin vexwendin de, mûçeyê kêmtirîn weke 8 hezar û 500 lîre diyar kir. Têkildarî mûçeyê ku di medyaya dîjîtal de weke mûçeyê xizaniyê hate binavkirin û bertek hatin nîşan dan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî daxuyanî dan.    BÛLDAN: EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN   Bûldan, di parvekirina xwe ya li ser hesaba twîtterê de bi bîr xist ku partiya wan ji bo mûçeyê kemane 12 hezar û 500 lîre pêşniyar kiribûn û wiha got: “Desthilata ku ji vê pêşniyarê û daxwazên karkeran re guhên xwe girtin, bi 8 hezar û 500 lîreyî xizaniyê ji kedkaran re ferz dike. Em ê vê pergala kedxwar biguherînin. Em ê edaleta civakî li vî welatî ava bikin.”   SANCAR: MUÇEYÊ XIZANIYÊ LI KARKERAN REWA HATE DÎTIN   Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî wiha got: “Desthilata ku ji lobiyên faîzê, alîgir û lêçûnên şer re pereyekî zêde veqetand, muçeyê xizaniyê li karkeran rewa dît. Reqamê mûçeyê kêmtirîn ê hatiye aşkerekirin, kedkarî mehkumî birçîtî û xizantiyê dike. Em ê vê pergala bêedalet ku keda mirovan dixwe bi têkoşîneke hevpar biguherînin.”