Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin 2022-12-22 15:43:57   ENQERE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Eregliyê ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî û binpêkirina mafan lê didome, ceyran, av û gaza xwezayî ya li qawîşan hatiye qutkirin.    Girtiyên siyasî yên kurd ên li Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin, di 4’ê cotmehê de li dijî binpêkirinên mafan û tecrîdkirina giran greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Girtiyan di 16’ê mijdarê de greva birçîbûnê veguherandin greva bêdem û bêderoveger û hê jî didome. Girtiyên ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan didomînin ragihandin ku li qawîşan ceyran, av û gaza xwezayî hatiye qutkirin.    Îbrahîm Sutcu yê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê ragihand ku daxwazên wan nayên qebûlkirin û hê jî li hucreyên yek kesî tên ragirtin. Sutcu diyar kir ku şert û mercên girankirî yên li girtîgehê didomin û niha jî av, ceyran û gaza xwezayî li qawîşên wan tên qutkirin û her ku diçe rewş xedartir dibe. Sutcu banga piştevaniyêl i rêxistinên maf û hiqûqî kir.