Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe 2022-12-22 15:51:41   ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Bodrûmê Mehmet Zahîr Yaşar ku di êrişa polîsan a li dijî meşa hate xwestin li dijî şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin de krîza dil derbas kir, dê cara duyemîn anjiyo bibe.    Li Îzmîrê di 18’ê adarê de hate xwestin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şer meşek were lidarxistin lê polîsan êrişî meşê kiribû û gelek kes binçavkiribûn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Zahîr Yaşar jî di êrişê de krîza dil derbas kiribû, dermankirina Yaşar a li nexweşxaneyê didome. Yaşar ê piştî bûyerê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya li Yeşîlyûrtê anjiyo bûbû. Yaşar, dê di 26’ê kanûnê de jî cara duyemîn anjiyo bibe.    Dema anjiyoya di 18’ê kanûnê de ji du damarên Yaşar yek bi anjiyoyê hate vekirin lê ya din venebû. Li ser vê yekê biryar hate girtin ku Yaşar cara duyemîn anjiyo bibe.