Li Êlihê gel vexwendin mitîngê 2022-12-22 17:09:11   ÊLIH - Li Êlihê, ji bo mîtînga ku wê di 25’ê kanûnê roja yekşemê de li Parka 8’ê Adarê bi dirûşemeya “Ji şer û xizaniyê re na” bê lidarxistin bang li gel hate kirin.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li Êlihê bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” di 25’ê kanûnê roja yekşemê di Parka 8’ê Adarê de mîtîngekê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê tev li mîtîngê bibin. Di mîtînga ku dê saet di 12.00’an de dest pê bike de hunermend Kadîr Çat û Koma Rîtmên Azad wê derkevin ser dikê.    Amadekariyên ji bo mîtîngê berdewam dikin. Di vê çarçoveyÊ de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier jî di nav de siyasetmedaran li navenda bajêr serdana dikandaran kir û ew vexwendin mîtîngê.    AZADIYA ABDÛLLAH OCALAN XWESTIN    Siyasetmedarên ku belavok belavî dikandaran kirin û rastî eleqeyeke zêde ya gel hatin. Dikandarekî ku siyasetmedaran serdana wî kirin, bal kişan ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Ji me re Serok bînin bes e, em tiştekî din naxwazin.”   Piştî ku siyasetmedaran li ser Cadeya Gulistan, Yekemîn û Duyemîn serdana dikandaran kirin û belavok belav kirin, li bazara Taxa Hîlalê belavok belavkirin.