Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin 2022-12-23 11:03:04   ÊLIH - Nûnerên partiyên siyasî banga beşdariya mitînga “Ji şer û feqîriyê re na” dê roja yekşemê li Êlihê bê lidarxistin kirin û gotin: “em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin û qadan tije bikin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25’ê kanûnê de li Êlihê mitînga bi dirûşma “Ji şer û feqîriyê re na” li dar bixe. Mitîng dê li Parka 8’ê Adarê bê lidarxistin û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Akdenîz beşdarî mitîngê bibin. Hunermend Kadîr Çat û Koma Rîtmên Azad jî dê stranên xwe bêjin. Rêveberên HDP’ê mal bi mal, kolan bi kolan, cade bi cade û li taxa û gundan xebata amadekariya mitîngê dikin û xelkê vedixwînin.    Nûnerên partiyên siyasî yên li Êlihê jî bal kişandin ser girîngiya mitîngê û banga beşdariya mitîngê li xelkê Êlihê kirin.    LI DIJÎ ŞER QÎRKIRINA AŞTIYÊ    Hevserokê DBP’a Êlihê Bûrhan Eglentî banga beşdariya mitîngê ya li dijî şer kir û got: “Werin em li dijî şer û feqîriyê aştiyê û aramiyê qîr bikin. Em gelê xwe vedixwînin mitîngê. Divê ji biçûkan bigire heta mezinan xelkê Êlihê li dijî şer û tecrîdê dengê xwe bilind bike.”    ‘EM NÎŞAN BIDIN KU EM SERÊ XWE NATEWÎNIN’    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Seyît Bîlal Evren jî diyar kir ku ji bo jiyanek xweş û aram ev mitîng girîng e û got: “Em dixwazin gelê me beşdarî mitînga li dijî şer û tecrîdê bibe. Ji bo em dawî li şer û feqîriyê bînin divê her kes cihê xwe di mitîngê de bigire. Werin em nîşan bidin ku em serê xwe li ber zextan û şer natewînin.”    ‘EM LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADIYÊ BIPARÊZIN’   Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik jî destnîşan kir ku mitînga ew ê li dar bixin destpêka pêvajoyek nû ye û xwest li dijî tecrîdê her kes azadiyê biparêze. Sarik da zanîn ku ew bi gelê xwe yê Êlihê bawerin ku wê beşdarî mitîngê bibin û got: “Bi rojane em xebata mitîngê dikin. Gelê me bi kelecan li benda mitîngê ye. Xelkê Êlihê xelkek polîtîk e û dizane ku wê kengê bersiva polîtîkayên qirêj bide. Ev bajar bajarekî pêvajoyê dişopîne ye. Em wisa bi bawerin ku em ê bi vê mitînga xwe ya roja yekşemê bersiva şer û feqîriyê bidin û wê xelk seknek baş nîşan bidin. Wê xelkê me bersiva polîtîkayên şerxwaz ên îktidarê bide û serî li ber şer û tecrîd û feqîriyê rakin.”