Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin 2022-12-23 11:13:46   ŞIRNEX - Polîsan di saetên vê serê sibehê de bi ser avahiya DBP’a Şirnexê de jî girtin û Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez binçavkirin. Welatiyên ku agahiya binçavkirinê girtin bi awayekî girseyî serdana DBP’ê kirin.    Li Şirnexê polîsan di vê seatên sibehê de bi ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de deriyên avahiyê hatin şikandin û bi awayekî hemxwext bi ser mala Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Zekî Îrmez de jî girtin. Di serdegirtinê de Îrmez hate binçav kirin. Welatiyên ku agahiya binçavkirinê girtin bi awayekî girseyî serdana DBP'ê kirin. Serdanên gel didomin.